Rewşa zaroka di êrîşa dewleta Tirk de birîndar bû giran e
Hat ragihandin ku rewşa zaroka 10 salî ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a Til Temirê de birîndar bû, giran e.
Hat ragihandin ku rewşa zaroka 10 salî ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a Til Temirê de birîndar bû, giran e.
Li gorî nûçeya ANHA’yê dewleta Tirk a dagirker vê sibehê gundê Deşîşê yê navçeya Şedadê ya Til Temîrê topbaran kir.
Di topbaranê de ji heman malbatê dayik Nûriya El Hisên (40), bav Ebduselam El Mele û zarokên wan Kemal Ebduselam Mihemed El Mele (16), Muna Ebduselam Mihemed El Mele (10) birîndar bûn. Birîndar tên dermankirin. Hat ragihandin ku ewşa Muna ya 10 salî giran e û ew emeliyat kirine.