BI DÎMEN

Rêveberiya Xweser şehîdên Komkujiya Helebceyê bi bîr anîn

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Firatê qurbaniyên Komkujiya Helebceyê bi bîr anî û bang li hêzên navneteweyî kir ku li hember qetlîamên dewleta Tirk a faşîst bi rola xwe rabin û berpirsyartiyên xwe pêk bînin.

KOMKUJIYA HELEBCE

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Firatê, bi boneya 36’emîn salvegera Komkujiya Helebceyê daxuyaniyek da.

Daxuyanî li Kobanê li pêşiya navenda Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Firatê ya bi tevlîbûna nûnerên saziyan hat dayîn.

Beriya daxuyanî were dayîn, ji bo şehîdên Komkujiya Helebceyê rêz hat girtin.

Daxuyanî bi zimanê Kurdî ji aliyê Endama Rêveberiya Peymangeha Şehîd Viyan Amara Sûad Xelîl û bi zimanê Erebî jî ji aliyê Hevserokê Desteya Aborî a Kantona Firatê Ezîz Ebdî ve hat xwendin.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Îro 36 salvegera kîmyabarana bajarê Helebce ya ji aliyê rejîma berê ya Iraqê ve ye. Ev komkujî bû sedema mirin û birîndarbûna zêdetirî 5000 kesan ku piraniyan wan jin, zarok û kal bûn.

Çar balafirên şer ên Iraqê bi gaza xerdel û siyandê bajarê Helebce bombebaran kir. Rejîma berê ji bo berjewendiya xwe, ji bo ku li hemberî pirsgirêka Kurd bêdengiyê ferz bike, ji bo ku Kurdan ji holê rake û gelê Kurd teslîm bigire, ev êrîşa hovane li dijî Kurdan, pêk anî.

Komkujiya Helebceyê derbas bû, lê hîn çekên kîmyewî li ber çavê civaka navdewletî li dijî gelê Kurd tê bikaranîn.

Dewleta Tirk li kantona Efrînê ya dagirkirî heman gaz û heman sûcê navneteweyî li dijî gelê me bikar anî. Dewleta Tirk ev çek di êrîşên xwe yên li dijî hêzên gerîla yên li Bakurê Kurdistanê de jî bikar anî. Her wiha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî sivîlên bêguneh jî pêk anî. Di nîvê sedsala borî de li Bakur zêdetirî 4 hezar û 500 gundên Kurdan şewitandin.

Em weku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Firatê, bi boneya 36’emîn salvegera Komkujiya Helebceyê, şehîdên komkujiyê, hemû şehîdên Kurdistanê û şehîdên têkoşîna rêya azadî û aştiyê bi bîr tînin. Em bang li hêzên navneteweyî û welatên dost dikin ku li hember qetlîamên dewleta Tirk a faşîst a li dijî gelê me rola xwe bilîzin û bi berpirsyariya xwe rabin."