Rêveberiya Xweser qanûna Hêzên Erka Xweparastinê erê kir

Meclîsa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, qanûna Hêzên Erka Xweparastinê erê kir. Di civînê de navê Buroya Parastinê jî bi piraniya dengan hate erêkirin.

Meclîsa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo qanûna Hêzên Erka Xweparastinê bicivin li avahiya xwe ya navenda wê li Eyn Îsayê ye civînek lidar xistin. Hevserokên Rêveberiya Xweser Ferîd Atê û Sîham Qeyro, Hevserokên Meclîsa Rêveberiya Xweser Abid Hamid El Hihbaş, Hevserokên Buroya Parstinê Cîhan Ehmed û Zêdan El-Asî, Fermandarê Giştî yê qSD’ê Mezlûm Ebdî li gel endamên Meclîsa Giştî di civînê de amade bûn.

Di civîna bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de, Hevseroka Rêveberiya Xweser Sîham Qeyro, axivî û bi rasthatina salvegera Qetlîama Seyfo sersaxî ji gelê Sûryanî re xwest. Piştre jî Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî pêşketinên leşkerî û siyasî yên li herêmê, dîsa têkoşîna li hember hucreyên DAÎŞ’ê û gefên dewleta Tirk nirxandin kir.

Piştî axaftinên hatin kirin û şûnde, pêşnûmeya guhertina navê Buroya Karê Parastinê veguhere Buroya Parastinê pêşkêşî meclîsê hate kirin. Pêşnûme bi piraniya dengan hate erêkirin.

Reşnivîsa  qanûna Erka Xweparastinê ya di civînê de hate xwendin. Di qanûnê de mijarên wekepêvajoya erka xweparastinê ji bo 12 mehan, dîsa astengdar û malbatên yek zarokên wan hene ji qanûnê bên derxistin hate nîşandan. Her wiha di reşnivîsê de rewşa kesên zanîngehê jî dixwînin li ber çavan hate girtin.

Piştî nixandin û pêşniyarên li ser reşnivîsa rêziknameya hêzên erka xweparastinê û şûnde, pêşkêşî dengdanê hate kirin. Rêzikname bi piraniya dengan hate erêkirin û kete meryetê.

Civîna meclîsê, bi biryara peywirdariya Îbrahîm El-Hasûd a ji bo endamtiya Meclîsa Hiqûqê ya Herêma Cizîrê ve bidawî bû.

Madeyên Hiqûqê wiha ne:

“Hiqûqa Hêzên Erka Xweparastinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha ne;

Erka xweparastinê erekekî mirovî û exlaqî ye, dikeve ser milê hemû ferdên di çarçoveya sînorê welat dijîn de. Xweparastin ji rêgezên parastina rewa ye, ya bi armanca parastina civakê, jiyana hevbaş, wekhevhî, yekbûyîna pirrengî ya ji bo afirandina civakeke demokratîk û azad e.

Madeya (1):

Nav û pênaseyên wê:

- Xweparastin erekek neçarî ye ji ciwanên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên 18 sal derbas kirine, tê xwestin.

-Daîreya Hêzên Xweparastinê: Yek ji rêveberiyên girêdayê buroya parastinê ye ku şervanên bi rêya navendên xwe li yekîneyan belav dike.

-Navenda Hêzên Xweparastinê: Karûbarên kesên ji bo pêkanîna vê erkê hatine erekedarkirin li gorî qanûn û biryarên buroya parastinê dimeşîne.

-Yê erekedarkirî: Hemû kesên ku di temenê qanûnê yê ne, yên ji niştecihên herêmê û kesên ji derveyî Baukr û Rojhilatê Sûriyê ku ji zêdeyî 5 salan li herêmê dimînin û nasnameyên Sûrî girtine û yên ne girtine.

-Şervan: Hemû kesên ku beşdarî Hêzên Xweparastinê bûne û tevlî dewreyên perwerdeyê yên li bargehên leşkerî yên perwerdeyê bûne.

-Muxlalif: Hemû kesên erekedarkirî ku lênûsa Hêzên Xweparastinê di nava 60 rojan ji dîroka erekedarkirinê negirtine û bê sedem serî li navendên Hêzên Xweparastinê nedane.

-Paşdexistî: Kesên erekedarkirî li gorî vê qanûnê erk taloq kirine.

-Efûkirî: Kesên li gorî vê qanûnê pêkanîna erka xweparastinê jê nayê xwestin.

-Revyayî: Kesên tevlî erka Xweparstinê bûne û piştî 15 rojan ji erkê reviyayî ne.

-Windayî: Kesên tevlî erka xweparastinê bûne û li ser aqûbeta wan ti agahiyek nîne.

-Bêxwedî: Zarokên ne nas ku xwediyê wan tine en.

-Yên li derveyî welat: Kesên ji bo hêzên Xweparastinê hatin erekedarkirin û li derveyê xaka Sûriyê dimînin.

-Bargehên leşker: Cihê perwerdeyê, amadekirina şervanan û belavkirina wan li yekîneyên leşkerî bi rêya aliyên têkildarî.

-Rêveberiyên Xweser û Sivîl: Cizîr, Efrîn, Firat, Minbic, Tebqa, Reqa û Dêrazor.

-Hiştî (Ihîfaz): Li gorî pêwîstiyan demê erka xweparastinê tê dirêjkirin.

-Yedek: Hemû welatiyên ku Erka Xweparastinê bi dawî dikin, li gorî pêwîstiyên dema jê wan tê xwestin tevlî xizmeta yedek bibe.

Rêgezên giştî û bingehîn:

Madeya (2):

Dema erka xweparastinê li Bakurê û Rojhilatê Sûriyê 12 meh in, ji dîroka tevlîbûnê destpê dike.

Madeya (3):

Jin dikarin dildarî tevlî Hêzên Xweparastinê bidin.

Madeya (4):

Malbatên kesên ji derve yên hatine herêmên Rêveberiya Xweser, ji bo kesên wan ên hetina erekekarkirin belgeya destûra gerê digire heta ku tedbîrên wergirtina lênûsa erka xweparastinê di nava 30 rojan de temam bikin, belge carekê tenê tê dayîn.

Madeya (5):

Kesên erekdarkirî derfetên Hêzên Xwe Parastinê li cihê ku xwe qeyd kiriye anî li cihê lê dimînin digire.

Madeya (6):

Di van rewşa de pere li defterên xizmetê tê ferzkirin:

-Li şûna ya windayî ya cara yekemîn 5 hezar lîreyên Sûrî dide.

-Li şûna ya windayî ya cara duyemîn 10 hezar lîreyên Sûrî ye.

-Heger cara sêyemîn defter winda kir 60 hezar lîreyên Sûrî dide û sewqî dadgeha leşkerî tê kirin.

-Ji bo deftera ku rûpelên wî bi tijî bûne, 500 lîreyên Sûrî dide.

Madeya (7):

Sextekirin û guhertina belgeyên fermî yên girîdayî Hêzên Xweparastinê yên erekedarkirî sewqî dadgeha leşkerî tê kirin û li gorî qanûnan tê cezakirin, piştî bidawîbûna cezayê derbasî akademiyên perwerdeyê yên Hêzên Xweparastinê tê kirin.

Madeya (8):

Destûra rêwîtiya bê kefalet didin:

-Malbatên Şehîdan.

-Yek kes .

- Di aliyê tenduristiyê de yên efûkirin.

-Yên erka xweparastinê bi dawî kirin.

-Yên erekdarkirî ku bicihbûna biyanî wergirtine, piştî zelalbûna rewşa wan li gorî madeya (25) a vê qanûnê

-Xwendekarên li derveyî Sûriyê dixwendin û qebûlkirina xwendinê li zanîngehên derveyî Sûriyê wergirtine.

Madeya (9):

Neqedexeya derketina bê kefaleta şexsî di van rewşan de didin:

-Zarokê yekê yan ê dê yan bav.

-Nexweşên nayên dermankirin.

-Xwendekarên di Sûriyê de ku xwendina xwe paşxistine.

-Yên ji aliyê rêveberiya Hêzên Erka Xweparastinê ve hatin paşxistin.

-Heger yên erekdarkirî di nava 30 rojan de piştî bidawîbûna dema derketinê û serî li navendê neda wê kefîlê wî milyon lîreyên Sûrî bide xezneya giştî.

Madeya (10):

Dayîna kefaletê erekdar ji erka xweparastinê efû nake.

Madeya (11):

Hemû erekdar derbasî ezmûna tenduristî ya destpêkê ji aliyê komîteya tenduristiyê ya pispor dibin.

Madeya (12):

Xwendekarên tevlî Hêzên Xwe Parastinê bûne, di dema dewreyê perwerdeyê de destûra ezmûnan digger. Ev yek piştî pêşkêşêkirina belgeyên xwendinê pêk tê, destûra ezmûnan di dema xizmetê de nayê hesibandin.

Madeya (13):

Pêkanîna Erka Xwe Parastinê ji kesên 18 sal derbas kirine, destpê dike û bi temamkirina dema erkê bi dawî dibe, yên muxalif jî heta 40 salî jê tê xwestin vê erkê pêk bîne.

Madeya (14):

Diyarkirina temenê tevlîbûnê ya Hêzên Xweparastinê bi biryarekê ji Buroya Parastinê yên rêveberiyên xweser û sivîl, li gorî taybetmendiyên her rêveriyekê piştî erêkirina ji aliyê Buroya Parastinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê diyarkirin,.

Madeya (15):

Her muxalifek ku hatî sewqkirin, tê cezakirin û mehek li ser dema erka xweparastinê mehek zêde dibe.

Yên paşdexistî:

Madeya (16):

Ên paşxistî

Madeya 16:

Xwendekarên ku divê tevlî erkên xweparastinê bibin, dikarin salekê erka xwe paş bixin, paşxistin her sal ji dîroka 15`ê Adara destpê dike û di heman dîrokî de ji sala din de bi dawî dibe, bi şerta ku kaxizên pêwîst li gorî temenên li jêr peyda bikin:

1-    Daxwaznameyên paşxistinê ji bo xwendekarên amadehî tenê heta 21 saliyê têne qebûlkirin.

2-    Daxwazên paşxistinê ji xwendekarên peymangehan re heta 24 saliyê tenê têne qebûlkirin.

3-    Daxwazên paşxistinê ji xwendekarên zanîngehan re heta 26 saliyê tenê têne qebûlkirin.

4-    Daxwazên paşxistinê ji xwendekarên fakulteyên endezyarî û tenduristî heta 28 saliyê tenê têne qebûlkirin.

5-    Daxwazên paşxistinê ji xwendekarên xwendinên master re heta 29 saliyê tenê têne qebûlkirin.

6-    Daxwazên paşxistinê ji xwendekarên payeya doxtoriyê re heta 34 saliyê re têne qebûlkirin.

7-    Daxwazên paşxistin ji xwedekarên pisporiya beşên tibî re heta 34 saliyê tenê têne qebûlkirin.

Madeya (17):

Xwendekarên ku paşxstina erka xweparastinê bi destxistine û hîna derbas sala tevlibûna erkê nebûne, mîna kesên ku paşxistina ji ber xwendinê bi dest xistine û hîna 17 salî ne, ew sal ji salên paşxistinê nayê hesibandin.

Madeya (18):

Xwendekarên ku di heman sala pewerdeyê de bi binketine û di dewreya yekemîn a sala li 2’an bi serketine, ji aliyê rêveberiyê ve heta 15‘ê Adarê sala bê tê paşxistine heta ku belgeya perwerdeyê di destpêka sala nû de bigre.Belge jî agahî li ser jiyana zanîngehê, belgeya serkeftinê ya ji zanîngeh an jî peymangehê ye.

Madeya (19):

Rawestandina sala xwendinê heta salekê, ev sal ji salên têdemayînê neyê hesibandin bi şerta ku di dirêjahiya salên xwendinê di zanîngehyan jî peymangehê de carekê be û li gorî belgeyên ku têne pêşkêşkirin û sedemên rawestandina sala xwendinê tê de têne şîrovekirin.

Madeya (20):

Erka xweparastinê ya kesên ku xwendina xwe di zanîngehan de, pisporî û xwendinê bilind li derve temam dikin tê paşxistin bi şerta ku temenê qanûnî ku ji paşxistina xwendinê hatiye diyarkirin derbas neke, tevî ku salek lê zêde be û kesên ku bi zimanên biyanî dixwînin du sal zêde dibin.

Madeya (21):

Erka xweparastinê ji bo xwendekarên xwendinên bilind di qonaxa tomarkirinê de li gorî belgeya xilaskirina ziman tevî belgeyên pêwîst heya 6 mehan têne paşxistin. Lê kesên ku di xwendinên bilind de hatin qebûlkirin li gorî belgeya tomarkirinê, jiyana zanîngehê û belgeyên din heya salek xwendinê têne paşxistin.

Madeya (22):

Hemû xwendekarên di sala derçûna ji zanîngeh û peymangehan de yên ku nikarin belgeya derçûnê bi dest bixin ji ber ku sala qanûnî ya paşxistinê derbas kirine, li gorî jiyana zanîngehê û belgeyên din heya salekê têne paşxistin.

Madeya (23):

Parêzerên hînber li gorî belgeyên ku têne pêşkêşkirin ji salekê re têne paşxsitin bi şerta ku temenê wan 29 sal derbas neke.

Madeya (24):

1-    Birayên şervanan ku dayika wan yek e, du caran têne paşxistin. Her 6 meh carekê.

Madeya (25):

-     Bi awayekî îdarî ji bo rewşên li jêr têne paşxistin:

1-    Kesê ku nû ji derveyî Sûriyê hatiye herî kêm heya 6 mehan tê paşxistin.

2-    Wehîd(kesê tekane) bi awayekî demkî, du salan tê paşxistin.

3-    Birayên winda heya du salan

4-    Yê ku 18 salî temam nekiriye û bavê wî wefat kiriye yanî astengadriyek heye, heta salekê tê paşxistin.

-Hemû rewşên ku li jor hatine rêzkirin, piştî ku navend rewşa wan lêkolîn dike û Gerînendeya Erka Xweparastinê erêdike, têne paşxistin.

Madeya (26):

1-    Kesên ku li herêmê dimînin û belgeyên bicihbûnê ji tevahiya dewletan ji bilî Tirkiyê û Iraqê birine salane 400 dolar Amerîkî ji bo paşxistin ji dîroka derketina qanûnê didin.

Madeya (27):

Kesên ku divê   erka xweparastinê bibin ku hewl didan bi awayekî yekser û ne rewa sînor derbas bikin, têne girtin û dişînin navenda perwerdeyê.

Madeya (28):

Kesên ku erka xweparastinê têne efûkirin:

1-    Zarokên şehîdan ku dayika wan yek e û bi awayekî fermî di belgeyên Desteya Malbatên şehîdan de hatine tomarkirin û li gel wam nasnameya şehadetê heye.

2-    Kesên astengdar û yên ku ji ber nexweşiyê nikarin tevlî erka xweparastinê bibin, ew li gorî raporên tenduristiyê ku ji hêla navenda tenduristiyê ya leşkerî û erêkirina Buroya Parastinê ya Rêveberiyên xweser û Sivîl tê pêkanîn.

3-    Kesê yekan e zarokê dayik û bavekê

4-    Her kesê ku birayên wî hemû astengdar in mîna kesê yekan e, tê efûkirin.

5-    Kesê bêxwedî ku koka wî nayê zanîn.

Madeya (29):

Dema di derbarê şervaneke yê Erka Xweparastinê de ti lêpirsînek nebe, tê berdan.

Madeya (30):

Erka birayê her şervanekî ku tevlî hêzên leşkerî bûye ji Hêzên Xweparastinê, li gorî nivîsek fermî ji Fermendariya Giştî ya QSD`ê tê paşdexistin.

Madeya (31):

Girêdayî berdana şervanan û endaman;

-Kesên ku zêdetirî 4 salan tevlî hêzên leşkerî bûne li gorî nivîsek fermî ji Fermendariya Giştî ya QSD`ê ji erka xweparastinê têne berdan.

-Kesên ku 2 sal li pey hev tevlî focên leşkerî bûne piştî bidawîkirina peymanên xwe li gorî nivîsek fermî ji Fermendariya QSD`ê tevî kopiyek ji peymanê ji erka xweparastinê têne berdan.

-Endamên Hêzên Ewlehiya Hundirîn yên ku zêdetirî 5 salan di hêzê de ne li gorî peymana tevlibûnê, bi nivîsek fermî ji Fermendariya Giştî ya Ewlehiya Hundirîn tevî kopiyek peymanê têne berdan.

Madeya (32):

Dema zelal bû ku şervan bi awayekî beşî yan jî daîmî astengdar e li gorî rapora Komîteya Tenduristiyê ya pispor û erêkirina Buroya Parastinê yê rêveberiyên xweser û sivîl tê berdan.

Madeya (33):

Her kesê ku lênûsa Hêzên Xweparastinê zêdetirî du mehan ji dîroka teklîfê qut nekirine wiha tê muxelefe kirin:

1-    Hezar lîreyên Sûriyê ji ber ku lênûska xwe nû nekirî.

2-    Ji ber di nava 2 mehan de belgeya xwe ya paşxistinê nûn nekirî, 5 hezar lîreyê Sûriye.

Madeya (34):

Divê Buroya Parastinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê perspektîvên xwe di mehekê de ji dîroka derxistina qanûnê ve belav bike.

Madeya (35):

Tevahiya qanûnên berê yên xizmeta erka xweparastinê li gel rêveberiyê xweser û sivîl betal dibin.

Ev qanûn ji dîroka derxistina wê dikeve meriyetê.”