Rêveberiya Xweser nerazîbûn nîşanî girtina Hesen da

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwest bila Nûnerê Hewlêrê Cîhad Hesen were berdan.

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro têkildarî revandina nûnerê wan yê li Hewlêrê Cîhad Hesen daxuyanî da.

82 roj berê Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Hewlêrê Cîhad Hesen revandibû.

Berdevkê Daîreya Têkiliyên Derve Kemal Akif daxuyanî ku li pêşiya avahiya daîreyê ya li Qamişloyê xwend. Rêveberiyê piştrast kir ku rewşa Cîhad Hesen di girtîgehên PDK’ê de ne baş e û got: “Bêyî sedemeke qanûnî PDK’ê nûnerê me girtiye. Derfet nade malbat û parêzerê wî ku hevdîtinê pê re bikin û hîna nehatiye darizandin.”

Kemal Akif wiha domand: “Ev girtin li dijî nirxên dîplomatîk, siyasî, mafên mirovî û welatparêziyê ye. Hemû qanûnên girêdayî dîplomatiyê binpê dike. Divê aliyên fermî ku ev kes girêdayî wê ye, der barê sedemên girtinê de werin agahdarkirin.”

Kemal Akif destnîşan kir ku PDK û hikumeta Başûrê Kurdistanê berpirsên jiyana Cîhad Hesen in û ev girtina bê sedemên qanûnî têkiliyên di navbera Başûrê Kurdistanê û Rêveberiya Xweser de aloztir dike, ji ber ku Rêveberiya Xweser dixwaze ev têkilî baş bin. Di heman demê de Kemal Akif bang kir ku nûnerê wan tavilê were berdan.  

Kemal Akif bang li rêxistinên hiqûqî kir ku bi lez mudaxele bikin û çarenûsa nûnerê wan ê li Başûr nas bike û derfetê bide ku malbat û parêzer serdana wî bikin û wiha dewam kir:"Divê sedemên girtinê û cihê wî jî diyar bikin û zextê li aliyên têkildar ên Başûrê Kurdistanê bikin ku di zûtirîn demê de wî berdin."

PDK’ê nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Hewlêrê Cîhad Hesen tevî 2 endamên Komîteya Têkiliyan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PDK) di 10’ê Hezîranê de dema diçûn balafirgeha Hewlêrê, revandin. Di 29’ê Tîrmehê de PDK’ê her du endamên PYD’ê piştî 50 rojan berda, lê çarenûsa Cîhad Hesen hê jî nayê zanîn.