Rêveberiya Xweser mazot gihand Şehba, Heleb û herêmên hikumeta Şamê
Desteya Kar û Barên Civakî ya Herêma Efrînê dest bi belavkirina mazotê li şêniyên herêmê kir.
Desteya Kar û Barên Civakî ya Herêma Efrînê dest bi belavkirina mazotê li şêniyên herêmê kir.
Alîkariya ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şand, doh gihîşt Kantona Şehbayê, taxên Eşrefiyê, Şêxmeqsûd û herêmên hikumeta Şamê.
Piştî wergirtina sotemeniyê, Desteya Kar û Barên Civakî ya Herêma Efrînê bi hevkariya meclis û komînan dest bi belavkirina 25 lître mazot li koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê kir.
Tê payîn ku belavkirina mazotê di du rojan de bi dawî bibe. Mazot niha li navçeya Fafînê û gundên wê tê belavkirin.