Rêveberiya xweser li dijî gefên dewleta Tirk bang kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li raya giştî ya cîhanê kir ku rê li pêşiya êrîşên dewleta Tirkiyê bigirin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daxuyaniyek ji raya giştî re eşkere kir. Daxuyanî li Navenda Têkiliyê Derve ya Rêveberiya Xweser li bajarê Qamişlo ji aliyê berdevkê rêveberiyê Luqman Ehmê ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Dewleta Tirkiyê bi berdewamî li dijî herêmên Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê gefa êrîşan dide, da ku aramiya û ewlehiya herêmê têk bibe û projeya demokratîk û nimûneya jiyana hevbeş a pêkhateyan hilweşîne.

Ev gef metirsiyeke mezin li herêmê û çareseriya aştiyane ya Sûriyê çêdike, çi êrîşeke li dijî herêmê pêk were dê rê bide ku DAIŞ`ê dîse vegere, her wiha dê hrêmên dagirkeriya Tirkiyê li Sûriyê fereh bike.

Em weke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bang li raya giştî yan cîhanê, raya giştî ya Sûriyê, hemû aliyên ku palbendên aramî û çareseriya demokratîk a Sûriyê, her kesên ku dixwzin terora DAIŞ`ê tune bibe, her aliyên ku dixwazin aramî û aşîtiya li herêmên me biparêze û rê li pêşiya parçebûna erdnîgarî û civaka Sûriyê bigire, dikin ku ji bo rê li pêşiya êrîşên Tirkiyê bigirin, helwestên berpirsyarane bistînin.

Pêkhateyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî rêxistina DAIŞ`ê xwe parast û bi alîkariya hevpyemana navdewletî li dijî DAIŞ`ê biser ket, bi vê serkeftinê wan aramî ewlehî û aştî ji bo hemû gelên herêmê û cîhanê pêk anî.

Di vê pêvajoyê de pêwîst e hemû hewldan ji bo tunekirina terorê û çareseriya demokratîk a aloziya Sûriyê bin. Ev ne pêvajoya êrîşên leşkerî li dijî herêmên ku li dijî DAIŞ`ê şer kir û ta niha li dijî şaneyên wê şer dike. Di vê herêmê de bi hezaran zarok û malbatên DAIŞ`ê li kampan hene, her wiha bi hezaran terorîstên DAIŞ`ê di girtîgehan de hene, hêzên me yên ewlehiyê çavdêrî û nobedariya wan dikin. Li vê herêmê her wiha nêzî 5 milyon sivîl dijîn, ji nava wan gelek yên ku ji tevahiya herêmê Sûriyê reviyane û devereke aram geriyane û xwe li vê herêmê girtine, hene. Em cihana azad dixwazin ku ji bo rê li pêşiya êrîşên Tirkiyê li dijî herêmê û pêkhateyên wê bigire, berpirsyariyên xw pêk bîne."