Rêveberiya Xweser li dijî êrîşên dagirkeriyê, ji saziyên navneteweyî re dosya şand
Rêveberiya Xweser têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dosya amade kir û şand ji NY, YE û dewletan re.
Rêveberiya Xweser têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dosya amade kir û şand ji NY, YE û dewletan re.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbarê êrîşên ji 4 heta 10’ê Cotmeha 2023’yan yên dewleta Tirk a dagirker dosyayeke bi wêne amade kir.
Li gorî dosyayê, artêşa Tirk a dagirker 224 cih bi 304 êrîşên hewayî û bejayî kirine hedef, ji wan 224 cih bi topan û çekên giran û 83 cih bi balafirên bêmirov û yên şer hatine hedefkirin.
Rêveberiya Xweser di dosyayê de diyar kir ku dewleta Tirk stasyonên kehrebeyê, nuqteyên petrolê û navendên tenduristiyê, derdora kampên Waşûkanî û Roj û bi dehan gundên sivîlan kirine hedef. Her wiha da zanîn ku di encama êrîşan de 47 kesan jiyana xwe ji dest daye, ji wan 5 kes ji gundewarê Kobanê ne, 55 kes birîndar bûne û zirarê madî bi qasî 56 mîlyon dolarî çêbûn.
Daîreya Têkiliyên Derve diyar kir ku wê dosya bi rêya email ji van aliyan re şandiye:
Nivîsgeha sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres.
Cîgirê sekreterê giştî yê kar û barên mirovî yê NY′yê Martin Griffith.
Nivîsgeha nûnerê NY′yê yê taybet ji bo Sûriyeyê Geir Pedersen.
Nûnertiyên Amerîka, Brîtanya, Frans, Almanya, Siwêd, Fînland, Holand û Yewnanistanê yên NY’yê li Cinêvê.
Konseya Mafên Mirovan a NY’yê.
Komîteya Lêkolînê ya NY′yê
Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê.
Rêxistina SÎTÎM a Swîsreyê.
Peymangeha Lêkolînên Bilind a Cinêvê.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî.
Rêxistina Human Rights Watch.
Dezgehên çapemeniyê yên xwecih û yên navneteweyî.
Wezaretên karên derve yên Yekitiya Ewropayê, Belçîkayê û Holandayê.
Parlamenterên Ewropa û Belçîkayê.
Kesayet û partiyên siyasî yên Belçîka, Holanda û Luksemburgê.
Saziyên civaka sivîl û rêxistinên xwecih û navneteweyî yên Belçîkayê.
Nivîsgeha Serokwezîrtiya Awusturyayê, serok û endamên parlamentoyên Awusturyayê û ya xwecih û Ewropayê û serokên partiyan.
Wezareta Kar û Barên Ewropayê û ya Derve.
Rêxistinên navneteweyî û nivîsgehên wan ên Awusturyayê, çapemenî, navendên lêkolînan û rêxistinên mirovî.