Rêveberiya Xweser li dijî êrîşên dagirker helwest nîşan da

Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê têkilî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk daxuyanî, li mjara ku ev êrîş 'dikevin pêvajoyeke şer a taloke' hişyarî da.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, têkildarî êrîşên dagrker ên dewleta Tirk ku her diçe zêdetir dibin daxuyanî da.

Daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê wiha ye:

"Di berdewamiya şer de ya li dijî gelê me ya bi awayekî sîstematîk û bi çarçoveya berdewamkirina şerê qirkirinê yê li dijî herêma me, dewleta Tirk bi droneyeke çekdar malek li rojhilatê Kobanê li taxa şehîd Payman kir armanc. Di encamê de sivîlan jiyana  xwe ji dest dan û hin ji sivîlan jî birîndar bûn. Ev yek qonaxeke metirsîdar a şer nîşan dide ku taktîkeke nû ye ji bo têkbirina vîna gelên me û hewldanên wan ên ji bo pêkanîna aramiyê û pêşxistina projeya demokratîk piştî têkbirina DAIŞ'ê.

Em Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê sersaxî ji malbatên şehîdan re û ji birîndaran re jî şifayê dixwazin û em piştrast dikin ku em ê têkoşîna xwe ya demokratîk û xebatên xwe yên ji bo pêşîlêgirtina li vegera terorê û parastina aramiya herêmên me bidomînin. Her wiha em piştrast dikin ku pêwîst e hêzên çalak li Sûriyê bi serkêşiya Koalîsyona Navneteweyî û Rûsya, helwestên xwe bi zelalî derbarê êrişan de diyar bikin, eger ev alî bêdeng bimînin em ê guman bikin ku haya wan ji van êrişên Tirkiyê heye.

Her wiha em bang li civaka navneteweyî, hemû rêxistinên navneteweyî û mafên mirovan dikin ku ji bo pêşîlêgirtina li pêşiya êrişên dewleta Tirk û hedefgirtina herêmên me yên ku rêxistina terorîst a DAIŞ`ê têk birin, bikevin nava tevgerê."