Têkildarî êrişa duh a dewleta Tirk a dagirker a bi balafireke bê mirov a li dijî navçeya Xanesorê û şehîdxistina Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Şengalê Merwan Bedel Xwedêda, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyanî wiha ye:
"Li dijî rêveberiya xelkê me yê li Şengalê û ji ber xwesteka hêzên dijîberî xweseriya êzidiyan da ku projeya wan a rêveber û parastina xweser pêş nekevin, hewldaneke din pêk anîn. Dewleta Tirk û çeteyên wê Hevserokê Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê Merwan Bedel û zarokên wî kirin hedef. Ev komkujiya nû berdewama hemleyên qirkirinê yên li dijî êzidiyan e. Her wiha hewdaneke da ku careke din Şengal kontrol bikin û kiryarên terorî yên mîna sala 2014'an li dijî şêniyên wê pêk bînin û komkujiyên Tebaxê berdewam bikin. Tirkiyê erka holhildana rêxistina DAIŞ'ê ji hemû hêzên ku ew têk birine di nav de şêniyên Şengalê pêk tîne. Ev êriş hemwextî kiryarên Tirkiyê yên têkbirina ewlehî û istiqrara herêmê pêk hat.
Di demekê de em Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê sersaxiyê ji malbata şehîd Merwan û xelkê Şengalê û rêveberiya wê ya xweser re dixwazin, em êriş û zêdegaviyên Tirkiyê bi tundî şermezar dikin. Em bang li hikumeta Iraqê ya federal û herêma Kurdistana Iraqê, Neteweyên Yekbûyî û Koalîsyona Navneteweyî dikin ku li hemberî van zêdegaviyan helwesta xwe nîşan bidin, êrişên Tirkiyê û destekdayîna wê ya eşkere ji DAIŞ û terorê re bi dawî bikin. Her wiha em bang li raya giştî ya cîhanê dikin ku li hemberî êrişên li ser Şengal û herêmê ji bêdengiya xwe derkeve. Ji ber ku bi awayekî eşkere nasnameya gelan îradeyan dike hedef, di heman demê de kiryarekî eşkere ya projeya tesfiyekirin û qirkirina êziydan e.
Ev êriş eşkere xizmeta DAIŞ û hemû hêzên ku dixwazin êzidiyan û tevahî gelên herêmê qir bikin, dike. Ji ber vê yekê tevgereke bi lez pêwîst dike, ji ber ku tevahî destkeftiyên ku îro li hemberî DAIŞ'ê hatin bidestixistin di bin gef û xeteriya Tirkiyê de ne."