Rêveberiya Xweser ji bo DAÎŞ'iyên reviyayî mudaleya lezgîn xwest

Rêveberiya Xweser banga lezgîn li Meclisa Ewlehiyê, Koalîsyona Navdewletî, Komkara Erebî û Yekitiya Ewropayê kir ku şer ber bi wan kampan ve diçe, ku malbatên çeteyên DAIŞ`ê lê dimînin.

Rêveberiya Xweser banga lezgîn li Meclisa Ewlehiyê, Koalîsyona Navdewletî, Komkara Erebî û Yekitiya Ewropayê kir ku şer ber bi wan kampan ve diçe, ku malbatên çeteyên DAIŞ`ê lê dimînin. Her wiha diyar kir ku heger rewş ji bin serweriya wan derkeve wê talokeyê li ser tevahiya cîhanê çêke.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê malbatên çeteyên DAIŞ`ê de, yên li kampa Eyn Îsa, banga lezgîn kir û got hinek malbat bi alîkariya çeteyên dewleta Tirk ji kampê reviyane.

Di banga lezgîn de wiha hate gotin: "Ji tevahî dewletên Meclisa Ewlehiyê, Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ`ê, Komkara Erebî, Yekitiya Ewropayê û tevahî rêxistinên mafên mirovan, êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bêserûber nêzî kampa Eyn Îsa dibe, ku bi hezaran malbatên çeteyên DAIŞ`ê lê dimînin. Hinek malbat piştî topbarana çeteyan li ser kampê reviyan. Ev yek destekê dide ku rêxistina DAIŞ`ê ji nû ve aktîf bibe.

Ji ber wê em bang li we dikin ku hûn bi berpirsyariya xwe rabin. Destwerdana lezgîn bikin da ku tu karesat çênebin. Ev karesat wê ne tenê bandore li Sûriyê bike, lê heger rewş ji bin serweriya me derkeve, dê bandorê li we tevan bike."

Li gorî çavdêran ku armanca dewleta Tirk ji êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku qirkirina etnîk li dijî gelê Kurd û xiristiyanan pêk bîne, ji nû ve DAIŞ`ê aktîf bike û alîkariya wan bike da ku ji nû ve hêza xwe kom bikin, bi taybet ku dewleta Tirk a dagirker kampek ku çeteyên DAIŞ`ê tê de ne, topbaran dike.