Rêveberiya Xweser: Hesekê dîroka serkeftinê dubare kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî serkeftina QSD’ê ya li Hesekê daxuyaniyek da û got: “Hesekê dîroka serkeftinê dubare kir.“

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî serkeftina berxwedana Hesekê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku serkeftina Hesekê ji bo gelên herêmê duyemîn pêngava dîrokî bû ku berxwedana li dijî DAIŞ'ê mezin bikin û wiha hate gotin: "Em weke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemû şehîdên xwe yên ku di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de giyanê xwe feda kirine bi rêzdarî bi bîr tînin.“

 Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê em bi rêzdarî hemû şehîdên ku di pêngava "Gurzê Gelan" de canê xwe feda kirine, bi bîr tînin. Em hemû lehengên xwe ku kedeke mezin li hember êrîşa rêxistina DAIŞ`ê ya terorîst a bi desteka dewleta Tirk hewl dide careke din xwe xurt bike, silav dikin.

Armanc ji vê êrîşî ku herêmên nû dagir bikin û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tune bikin. Di 20`ê Çileyê de ku roja damezirandina Rêveberiya Xweser e êrîşên xwe pêk anîn. Ev yek jî teqez dike ku ev yek êrîşeke li dijî îradeya gelên herêmê bû. Lê ev êrîş bi saya keç û xortên me hate têkbirin.

Em îro du serkeftinan pîroz dikin. Serkeftina Kobanê û serkeftina gelê me li Hesekê. Em gelê xwe bi vê serkeftina mezin, pîroz dikin. Ev serkeftin weke vegerandineke dîrokî ya duyemîn ji gelê me re ye di aliyê bilindkirina berxwedana li dijî DAIŞ`ê de. Hovîtiya DAIŞ`ê hate têkbirin û di 2015`an de li Kobanê bi bin ket, her wiha li Hesekê jî stratejiya ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû danîn û bi cilên DAIŞ`ê pêk hat, bi bin ket.

Em hemû pêkhateyên gelê xwe silav dikin. Sekin û helwesta wan a dîrokî jinûve teqez dike ku projeya yekitiya gelan baştirîn pêşniyar ji bo parastina nasname û hebûnê ye. Em QSD, YPJ, HPC  û Hêzên Ewlekariya Hundirîn silav dikin ku bi îrade û îsrar ev serkeftin bidest xist.

Em bang li gelê xwe dikin ku di parastina taxan de hişyar bin û destekê ji hêzên parastinê re li dijî çi êrîşan berdewam bikin da ku destkeftiyên gelê me werin parastin."