Rêveberiya Xweser: Em êşa malbatên qurbaniyên şewatê parve dikin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê peyameke piştevaniyê weşand û diyar kir ku ew êşa malbatên qurbaniyên şewata li Amed û Mêrdînê parve dikin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî şewata li Bakurê Kurdistanê derketiye daxuyaniyek da. 

Di daxuyaniyê de rêveberiyê diyar kir ku şewat berdewam e, zirarên mezin li sewalan bûn û qurbaniyên canî jî çêbû, lê belê aliyên fermi yên desthilata Tirk bê deng bûn û alîkariya pêwîst ji mexdûran re pêşkêş nekir.

Di daxuyaniyê de rêveberiyê destnîşan kir ku ev beşeke siyaseta şerê qirkirinê ye ku dewleta Tirk li dijî herêmên kurdî dimeşîne.

Di daxuyaniyê de rêveberiyê sersaxî ji xizmên mexdûran re xwest û hêvî kir ku zirarên din çênebin.