Rêveberiya Xweser: Em ê bi hemû hêza xwe, destkeftiyên xwe biparêzin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker rê li ber vegerandina DAÎŞ’ê vedike. Rêveberiyê got “Em ê bi hemû hêza xwe, destkeftiyên xwe biparêzin”

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro daxuyaniyek da raya giştî û tê de bang li hikumeta Şamê, Emerîka û Rûsyayê kir ku bi lez helwestên xwe ji êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê diyar bikin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin;

 “Dewleta Tirk bi armanca firehkirina projeya xwe ya dagirkirinê bi zanabûn asta êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde dike. Van herêman xwe parast û cîhan ji DAIŞ’ê û komên tundrew ên radîkal parast. Dewleta Tirk bi van êrişên hemû pîvan û lihevkirinên navneteweyî binpê dike.

Êrişên dawîn ên dewleta Tirk ên li dijî Minbicê, Til Temirê û gundewarê wê û heta herêmên Qamişloyê niyeta wê ya têkbirina ewlehiya herêmên me eşkere dikin. Dewleta Tirk bi van êrişan dixwaze careke din derfetê bide ku DAIŞ vegere.

Em bang li saziyên navneteweyî û hiqûqî û Koalîsyona Navneteweyî û Rûsyayê dikin ku li herêmê hêzeke garantor e, helwestên diyar û bilez ji van êrişên dewleta Tirk ên bi zanabûn nîşan bidin. Ev êriş, aloziya Sûriyeyê kûrtir dike, projeyên dagirkeriyê pêş dixe û herêmê ber bi parçebûnê ve dibe. Di warê herêmî û navneteweyî de gefa vegera DAIŞ’ê dixwe. Dewleta Tirk bi rêya van êrişan hewl dide şertûmercan ji vegera DAIŞ’ê re peyda bike. Her wiha ev êriş li dijî yekitiya Sûriyeyê ye. Divê hikumeta Şamê helwesta xwe diyar bike li gel ku ev êriş li dijî serdestiya Sûriyeyê ye.  

Em bang li gelê xwe dikin ku xwedî li destkeftiyên şehîdan derkevin, çi li hundir yan jî derve xwepêşendanan li dar bixin û êrişên dewleta Tirk şermezar bikin. Em soz didin wan ku em pabendî agirbestê ne û dê bi hemû hêza xwe li hemberî van êrişên li dijî gelê me erk û berpirsyariyên xwe bînin cih, ewlehiya gelê xwe û destkeftiyên wan biparêzin.”