Rêveberiya Xweser a Firatê êrîşên li ser HDP’ê şermezar kir

Rêveberiya Xweser a herêma Firatê êrîşên qirkirina siyasî yên li ser gelê Kurd û HDP’ê şermezar kir.

Rêveberiya Xweser a herêma Firatê îro daxuyaniyek li Qada Jina Azad a li Kobanê der barê destpêkirina desthilatên Tirk a operasyonên qirkirina siyasî ya li dijî 82 siyasetmedar û hevşaredarên Kurd, da. Operasyonên qirkirina siyasî bi tawana tevlêbûna li dijî xwepêşandanên li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di 2014’an de ji bo piştevaniya berxwedana Kobanê ye.

Di daxuyaniyê de îşaret bi van xalan hate kirin:

"Bi domana metoda dijberiyê ya li dijî tecrubeyên demokrasî û piştevaniya komên terorîst di serî de DAIŞ’ê, desthilata Tirk a faşîst rêzegirtin li dijî rêveber, endamên rêveber û endamên payebilind ên HDP’ê bi hejmara 82’yan bi tewana piştevaniya Kobanê di êrişa DAIŞ’ê de, pêk anîn.

Van kesên têkiliya me bi hev re biratî û çarenûsî ye, tu carî ji bo piştevaniya birayên xwe yên li parçeya dîtir xwe nedan aliyekî.

Hêdî hêdî tayên girêdana AKP’ê bi rêxistinên radîkal re ku di bin ala Osmaniya Nû de kom dibin, eşkere dibin. Hedefa wê jî berfirehkirin û dagirkirina li ser hesabê tecrûbeyên demokrasî yên şêniyên Sûriyeyê ye û bi destê çeteyên Sûriyeyê vê yekê dike. Dewleta Tirk çeteyên Sûriyeyê kirin koleya sultanê xwînrij û li Sûriyê, Iraq, Lîbya û Ermenistanê xwînê sivîlan dirijînin.

Em saziyên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî vê sûcê kirêt ku tu girêdana xwe bi demokrasiyê re tune ye şermezar dikin û bang li rêxistinên peywendîdar û dewletên cîhanê dikin ku li hember rejîma Eredogan a ku azadiyan diçewisîne bisekinin. Ji ber ku êdî jiyana siyasî dixeniqîne û azadiyan bê deng dike, her wiha destwerdanê li kar û barên dewletan dike."