Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîna xwe ya salê dike

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîna xwe ya salê li Navenda Çand û Hunerê ya li Reqayê pêk anî. Di civînê de ku xebat, bûyer û destkeftiyên nava salê hatin bidest xistin hatin girtina dest, ji bo sala nû hedef û projeyên nû jî ragihandin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya salane lidar xistin. Nûnerên tevahî deste û buroyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hevserokên 7 rêveberiyên xweser û sivîl û nûnerên deste û buroyên wê, her wiha seroka Meclîsa Rêveber a Meclîsa Sûriye Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed di civînê de amade bûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Bendên rûniştina yekemîn a civînê ji aliyê Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhlatê Sûriyê Ebd Hamid El-Mihbaş ve hate xwendin, ku nirxandina ji rewşa siyasî, nirxandina karên rêveberiyên xweser ên sala 2019‘an, planên dema bê û nirxandina xebata Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat.

Di nirxandina rewşa siyasî de beşdaran bal kişandin ser êrîşên artêşa Tirk a dagireker û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bêdengiya cîhanê ya li hember sûcên dagirkeriyê. Beşdaran ev bêdengî wekî xaleke reş li ser eniya mirovaniyê û civak navdewletî bi nav kirin.

Beşdaran îşaret bi dûrxistina beşek ji şêniyên Sûriyê ji komîteya bingehîn a destûra Sûriyê kiririn, hate gotin ku ev yek aloziyê kûrtir dike.

Her wiha beşdaran bal kişand ser mijara diyalogên di navbera rejîma Sûriyê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û destnîşan kirin ku diyalog heta niha negihaştine ti encamê ji ber ku rejîm di zihniyeta xwe de bi israr û dixwaze rewş vegerîna mîna berê.

Di nirxandinên beşdaran de girîngiya diyalogên navxweyî hate destnîşan kirin, hate gotin ku diyalogên Sûrî-Sûrî rêya xelaskirina Sûriyê ji aloziyê ye.

Seroka Meclîsa Rêveber a MSD‘ê Îlham Ehmed di nirxandinên xwe yên derbarê rewşa siyasî de got: "Dema Tirkiyê êrîşî herêmên me kir, gelek kes di wê qenatê de bûn ku dê her tişt têk biçe çi Rêveberiya Xweser be û çi jî QSD‘ê be. Helwesta navnetewî ya di derbarê van êrîşan de cuda bûn. Lê rewş berovajî qenaetên wan derketin, ji ber ku Rêveberiya Xweser xurtir bû û QSD‘ê ya destekeke berfireh a gel wergirt li hemberî Tirkiyê li ber xwe dan, ev yek encamên erênî li ser têkiliyên me yên bi hin dewletan re kir."

Îlham Ehmed anî ziman ku dewleta Tirk bi taybet Rêveberiya Xweser dike hedef, ji ber ku rêveberî dikare guhertineke demokratîk li Sûriyê pêk bîne û Sûriyeke nû ava bike. Lewra gelek caran hewl da bighêje navenda rêveberiyê ya li Eyn Îsayê ye.

Piştî axaftina Îlham Ehmed kar û xebatên Rêveberiya Xweser ên sala 2019‘an hatin nirxandi, serkftinên ku rêveberiyê pêk aniye, astengiyên ku li pêşiya karê wê derketin hate destnîşankirin. Hate diyarkirin ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê rewşeke mirovî dijwar û koçber bixwere anî.

Nêrînên piraniya beşdaran li ser girîngiya pêşxistina hemû beşan bû ku bandoreke erênî li ser rewşa jiyanî ya şêniyan bike.

Her wiha plnsaziya dema bê hate dayîn. Ji wan pêşxistina rewşa tenduristî, xizmetguzarî, perwerde, çandinî û amadekirina projeyên stratejîk.

Civîn wê sibe bi nirxandina projeyên rêveberiyê yên sala nû dewam bike û bi encamnameyekê bi dawî bibe.