Rêveberiya Şamê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê careke din dorpêç dike

Rêveberiya Şamê careke din siyaseta tengavkirin û dorpêçkirinê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ferz dike.

Taxa Şêxmeqsûdê li bakur-rojavayê Helebê ye û yek ji wan taxan e ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û rêveberiya Şamê gelekî êş kişandiye. Her wiha li vê taxê gelek pêkhateyên Ereb, Kurd, Tirkmen û Sûryan hene û bi awayekî komînal xwe bi xwe bi rê ve dibin.

Hejmara şêniyên taxa Şêxmeqsûdê nêzî 200 hezar kes e û ev hejmar dabeşî 32 hezar malbatî dibe. Lê ev dorpêçkirin gelek krîz û azaran bi xwe re tîne, ji ber ku rêveberiya Şamê dorpêçkirineke bê hempa li şêniyên taxê û xelkên Efrînê yên koçber ferz dike. Her wiha derbaskirina hemû pêdiviyên debarî yên jiyanê wek xwarin û dermanan jî qedexe dike û çûn û hatina xelkê Efrînê di navbera Şehba û Helebê de qut dike.

Hevseroka Meclîsa taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Valentîna Meimo li ser mijarê ji ANF’ê re axivî û diyar kir, ku rêveberiya Şamê siyaseta dorpêçkirin û birçîkirinê li ser xelkên Şehbayê û şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê pêk tîne.

Meimo destnîşan kir, ku wê ev dorpêç krîzên mezin bi xwe re bîne, ji ber ku taxa Şêxmeqsûd li bakurê rojavayê Helebê ye û yek ji taxên ku ziyan ji şerê Sûriyeyê û êrişên çeteyê dewleta Tirk dîtiye û heya roja îro jî êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker û dorpêçkirina deshilata Sûriyeyê li ser taxê berdewam dike. Lê belê berxwedana şêniyên taxê li hemberî van helwestên qirêj qet nehat şikestin.

Valentîna Meimo behsa berxwedana şêniyên her du taxan kir û got; "Berxwedana xelkê taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kete nava dîrokê û her kes qala mêrxasî û lehengbûyîna wan dike. Berxwedana gelê şoreşger li vê taxê hate dîtin ku çawa li ber êrişên dijminên Kurdan ên zordar rabûn û ji bo parastina xelkê van taxan û rizgarkirina van taxan ji destê çeteyan, bi lehengî li ber xwe dan."

Valantîna bal kişande ser zêdebûna hejmara şêniyên taxê ya ji ber dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrînê û wiha pêde çû: "Hejmara şêniyên taxa Şêxmeqsûdê roj bi roj zêde dibe, ji ber dagirkirina bajarê Efrînê ji hêla dewleta Tirk a xwînxwar û çeteyên wê, êdî xelkê Efrînê neçar man û bi darê zorê ber bi Şehbayê û Helebê ve koçber bû. Ji xwe xelkê wan herêm û taxan xwe bi xwe bi rê ve dibin û bi awayekî komînal debara xwe dikin. Koçkirina xelkê Efrînê ber bi van herêman ve bû sedem ku hejmara wan zêde bibe û êdî pêwîstî bi avakirina meclîs û komînan heye. Her wiha pêwîstî bi aktîfkirina xizmetguzariyê, şaredariyan û nûkirina xaniyan heye. Ji xwe me pêşwaziya xelkên Efrînê kir, me malên xwe ji wan re vekir û alîkariya şênber û razberî jî me da wan. Hejmara malbatên ku li taxa Şêxmeqsûdê dimînin digihêje 32 hezar malbatan, yanî nêzî 200 hezar kes. Êdî bi vê yekê re me 40 komîn ava kir û ev komîn dabeşî sê taxan bûn; taxa Şehîd Gelhat, taxa Şehîd Rûbar Qamişlo û taxa Şehîd Cengîz û me xelkên taxê bi rê ve bir. Weke tê zanîn ji ber ku piraniya şêniyên taxê Kurd in deshilata Sûriyeyê ne tenê ti xizmet an jî alîkarî ji taxê re nekir, berovajî vê yekê dike ku zext û dorpêçkirinê li ser taxê pêk bîne.

Meimo destnîşan kir ku sala çûyî beriya ku zivistan destpê bike, wana sotemeniyên wek mazot û gaz li şêniyên taxê belav kirin û wiha axaftina xwe domand, "Lê îsal heya niha me mazot li şêniyên taxê belav nekiriye, ji ber ku bi dest me neketiye û ev yek wê krîzekê li pêşberî welatiyan derxîne. Ji ber ku gelek xaniyên taxê xirakirî ne. Êdî bi barîna baranê re wê gelek nexweşî û zehmetî derkevin, sedema wê jî ji ber dorpêça ji aliyê deshilata Sûriyeyê li ser van taxan daniye. Ji ber wê jî ji bo her tankerek sê milyonan bacê distîne da ku vîna gelê taxê bişkîne û zextê li ser Rêveberiya Xweser bike. Lewma her tişt biha dibe û rewşa xelkên taxê her û her aloztir dibe. Lê tevî van helwestên qirêj ên deshilata Sûriyeyê, nikare vîna xelkên taxê bişkîne."

Di dawiyê de Meimo anî ziman ku taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê parçeyek ji Helebê ne û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Xelkên wê parçeyek ji gelên Sûriyeyê ne, ji ber vê yekê divê deshilata Sûriyeyê bi awayekî mirovane nêzî wan bibe û alîkariyê bide wan. Her wiha vê dorpêçkirinê ji holê rake û pêywendiyan bi Rêveberiya Xweser re pêk bîne, ji ber ku Rêveberiya Xweser şanseke mezin e ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê."

Şêniyê Ereb ê taxa Şêxmeqsûdê Mistefa Mihemed Elî jî nêrînên xwe anî ziman û diyar kir, "Li vê derê em gelek astengiyan dikşînin. Ji ber dorpêçkirina taxa me ji hêla deshilata Sûriyeyê ve ku hemû pêdiviyên debarê kêm bûne û tişt pir biha dibin, lê Rêveberiya Xweser alîkariya me dike ku hemû pêdiviyên debarî yên wek mazot, xwarin û derman ji me re peyda dike. Tevî ku ev li ser rêveberiyê zehmet e ku gelek pere dide deshilata Sûriyeyê, lê bi hemû awayan Rêveberiya Xweser alîkariya me dike."

Mistefa bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî, "Xizmetguzariyên ku li Helebê peyda nabin ew in, av e, nan e û mazot e, lê Rêveberiya Xweser bi hemû awayan hewl dide ku van pêdiviyan peyda bike. Divê deshilata Sûriyeyê bi Rêveberiya Xweser re têkeve nava pêywendiyan, ji ber ku rêveberiya xweser şanseke mezin e ji bo çareserkirin û rizgariya Sûriyeyê. Nemaze ku gelek destwerdan ji derve pêk hatine, mîna dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve û di encamê de gelek kes koç bûne. Hemû hêzên derve tenê ji bo berjewendiyên xwe dixebitin, lê Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina pirsgirêkên Sûriyeyê û hemû gelên Sûriyeyê re şansekî mezin e."