Rêveberê Komîteya Şaredariya Dêra Zorê hate qetilkirin

Hevserokê Meclîsa Herêma El Bisêrayê Ebdulhisên El Hezza hate qetilkirin.

Endamê Komîteya Rêveberiya Şaredariyê û Herêmê ya Meclîsa Sivîl a Dêra Zorê Ebdulhisên El Hezaa (27) doh êvarê saet di 10:00 de ji aliyê kesên nenas ve hate qetilkirin.

Şaneyên veşartî yên ser bi hêzên cuda ku dixwazin ewlehî û aramiya herêmê têk bibin, êrişên xwe yên li dijî rûspiyên herêmê û jinan dewam dikin.

Dewleta Tirk a dagirker jî êrişên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin.