Revandina sivîlan a li Efrînê didome

Li Efrîn a ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, hate ragihandin ku 3 kes ji aliyê îstixbarata dewleta tirk ve li navçeya Mabata û Reco yên Efrînê hatine revandin.

Pêkanînên der mirovî yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên mîna revandin, êşkence, destdirêjî-destavêtin, birînda darên zeytûn û talankirina cihên dîrokî di serî de li Efrîn û deverên dagirkirine bê navber dewam dike.

Li gorî nûçeya ANHA’yê ku agahiyên xwe dispêre çavakaniyên xwecihî îstixbarata Tirk 3 welatiyên ji gundewarên Mabata û Reco yên Efrînê revandine.

Li gorî çavkaniyan navê kesên hatine revandin wiha ne: Aslan Ehmed Emîn û Aslan Behrî Emînin ji gundê Amara yê girêdayî navçeya Mabata ne.

Çavkaniyan ragihand ku dema welatî ji gundênxwe vedigeriyan li ser rêya gundê Kokan ê bakurê navçeyê hatine revandin û li ser aqûbeta wan ti agahiyek negirtine.

Li aliyê din çavkaniyekê din ragihand ku duh welatiyê bi navê Hemdî Qedro Mihemed ê ji gundê Mosaka yê dikever rojavayê navçeya Reco jî hatiye revandin û çarenûsa wî jî ne diyar e.