BI DÎMEN

Reşîd: Di kesayeta Rêber Apo de azadiya Kurdan hedef digirin

Endamê PYD’ê Heyder Reşîd diyar kir ku di kesayeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de azadiya gelê Kurd tê hedefgirtin û got ku fikrên Rêbertî û têkoşîna PKK'ê îro li hemberî projeyên hêzên hegemon bûye bend.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15 Sibata 1999’an de bi Komploya Navneteweyî dîl hat girtin, 25 sal in li Îmraliyê di bin tecrîda mutleq de tê ragirtin, 3 sal in agahî jê nayê girtin. Endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Heyder Reşîd der barê Komploya Navnetewî de axivî.

Heyder Reşîd di destpêka axaftina xwe de li ser sedemên komployê rawestiya û wiha axivî: ''Hişmendiya ku li cîhanê tê meşandin û projeya ku hêzên hegemon dane pêşiya xwe û armanca wan Rêber Apo bû.  Ev jî giranî û girîngiya Rêber Abullah Ocalan ji aliyê felsefe û pêkanînê ve dide naskirin. Gelek mirovên zanyar xwedî hêza şirovekirinê ne lê belê di pêkanînê de kêm dimînin, lê Rêber Apo tişta ku di felsefeya xwe de tîne ziman, destpêkê di kesayeta xwe de pêk tîne ku di gotineke xwe de dibêje; 'Tişta ku ez ji xwe re baş dibînim, ji heval û civaka xwe re jî baş dibînim.' Li ser vî esasî Rêber Apo dît ku li Kurdistanê azadiya kesayet û civakê tune ye. Rêber Apo jî di nirxandina xwe de vê mijarê dişibîne zindaneke servekirî û dibêje, ’Ger kesên li Kurdistanê bibêje ez civakeke azad im xwe dixapîne, ji ber ku zindana servekirî ji ya sergirtî xeteretir e.' Bi vê gotinê Rêber Apo dixwaze bide diyarkirin ku di zindana servekirî de kesên ku neazad û ne xwedî îrade, xwe azad û xwedî vîn dibînin, xwe û civaka xwe dixapînin.” 

‘SIYASETEKE MEZIN LI SER KURDAN DIMEŞÎNIN’

Di dewama axaftina xwe de Reşîd diyar kir ku siyaseta ku li ser Kurdistanê tê meşandin, biryareke hegemonîk e û wiha axaftina xwe dewam kir: “Di felsefeya Rêber Apo de hate dîtin ku zilma ku li ser gelê Kurd û Kurdistanê tê meşandin siyaseteke pir mezin e û biryareke hegemonîk e. Ji ber wê jî Rêber Apo lêkolînên xwe yên li ser Kurdistanê berfirehtir dike û di sala 1978'an de dema ku Partiya Karkerên Kurdistan tê avakirin, piştî wê di sala 1979'an de li Washîngton civînek tê lidarxistin û di civînê de avabûna PKK’ê ji bo Rojhilata Navîn weke xetereyekê tê dîtin. Di wan heyaman de li Kurdistanê gelek partî û komele hatin avakirin lê belê Emerîkayê ji bilî PKK’ê tu bertekên wiha nîşanî avabûna partî û komeleyên din neda. Sedema vê yekê jî ew e ku PKK û fikrên Rêber Apo hem li Kurdistanê hem jî li tevahiya Rojhilata Navîn li dijî berjewendiyên Emerikayê ne. Girêdayî vê yekê di sala 1988'an de biryara tunekirina Serhildana PKK’ê tê dayîn. Dixwazin vê yekê jî bi rêya têkiliya artêşên Emerîka û Tirkiyeyê pêk bînin.” 

‘HÊZÊN HEGEMON JI RÊBER APO Û PKK’Ê TIRSIYAN’

Heyderî di axaftina xwe de rola Elmanyayê ya di komployê de nirxand û got: ''Di wê demê de Serokê Elmanyayê bi xwe plana komployê bi rê ve dibir. Armanca wan ne kesayeta Rêber Apo bi xwe bû, armanc fikir û felsefeya Rêber Apo bû ku bi saya Rêber Apo gelê Kurd şiyar dibû. Ev yek jî li hember berjewendiyên hêzên hegemon ên li Kurdistanê bû. Ji ber vê yekê hêzên hegemon avabûna PKK’ê ji bo xwe weke xetereyekê dîtin. Emerîkayê destpêkê ji Tirkiyeyê dest pê kir û ew kişand aliyê xwe. Ji ber armanca wan nêzî hev bû, Tirkiyeyê jî ev yek dixwest ku pêk bîne. Di planên wan de rê û rêbazên derxistina Rêber Apo ji Rojhilata Navîn hebû., Ji ber wê berê Rêber Apo dan dewletên di bin bandora Emerîka û NATO'yê. Yekemîn dewleta ku PKK'ê kir lîsteyê Elmanya bû.”

Heyder di nav axaftina xwe de qala rola Yewnanistanê ya di komployê de jî kir û wiha domand: ‘’Di vê komployê de hikûmeta Yewnanistanê xwest bazara xwe bide meşandin da ku Emerîka di aliyê aborî de zêdetir piştiriyê bide wê. Ji ber vê yekê bi destê Yewnanistanê xiyanet dest pê kir û mirov dikare vê weke xiyaneta mezin bi nav bike. Di dîroka Yewnan de jî tu carî gavên wiha ne hatine avêtin.” 

‘LI HEMBERÎ FELSEFEYA RÊBER APO BÛN YEK’

Di dewama axaftina xwe de Heyder Reşîd ev tişt anî ziman: “Di encama van bûyeran de giraniya Rêber Apo ya projeya demokrasî û felsefê de dide diyarkirin. Fikra Rêber Apo li ser esasê civakî, demokrasî, wekheviya gelan e û hemû dinya di bin bandora kapîtalîzmê a talankar li hemberî felsefeya Rêber Ocalan bûn yek. Di encamê de roja 15'ê Sibata 1999'an de Rêber Apo radestî Tirkiyeyê kirin. Radestkirina roja 15’ê Sibatê parçeyeke qirkirina Kurdan e. Di sala 1925'an de Şêx Seîd û hevalên wî di vê rojê de tên girtin. Dixwazin ji Kurdan re bibêjin ku ger hûn serî hildin, em ê qirkirina we têxin vê rojê. Dixwazin vê dîrokê li ser Kurdan bidin meşandin. Di kesayeta Rêber Abdullah Ocalan de azadiya Kurda hedef girtin.”

Reşîd anî ziman ku li Îmraliyê jiyan normal nayê meşandin û got ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di wir de diyar dike ku hebûna wî ji bo azadiya gelê Kurd, civakê û tevgera azadiyê girîng e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo wê Rêber Abdullah Ocalan li pêşiya xwe rê û rêbazên jiyanê dan meşandin. Yek ji armancên girtina Rêber Apo ev proje bû û di vê proje de hewl dan gelê Kurd ji azadî û jiyana mirovahî dûr bixe. Li dijî projeyên wan fikir û felsefeya Rêber Apo û têkoşîna PKK'ê bûye bend û hesab ji wan dipirse.”