Siyaseta dorpêçkirinê, girtina deriyên sînor ên bi Başûrê Kurdistanê re û qutkirina avê li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. Hevserokê Desteya Aborî ya Encumena Sivîl a Reqayê Reşad Kurdo li ser mijarê ji ANF'ê re axivî.
Reşad Kurdo diyar kir ku girtina deriyên sînorî ên Başûrê Kurdistanê bi xwe re encameke neyînî weke bihabûna tiştan û kêmpeydabûna dermanan bi ser herêmên Bakur-Rojhilatê Sûiryeyê re tîne û got, "Di vî wextî de herêmên Rojavayê Kurdistanê ji şerê aborî ji şerê leşkerî zêdetir zor û zehmetiyan dikşîne, nemaze ku şerên aborî bandorê li hundir û derveyî herêmê dike. Her wiha êriş û kiryarên hovane ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmê dewam dike. Ev yek jî bi rêya siyaseta dorpêçkirinê mîna qutkirina ava çemê Firatê li ser herêmê û girtina deriyên sînorî tê meşandin."
Reşad Kurdo destnîşan kir ku deriyên sînor wan bi çend deverên derveyî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve girêdidin, lê nikarin weke deriyên fermî werin gotin. Ji ber vê yekê divê ku deriyeke sînorî fermî durist bibe ji bo ku bi buhayê tiştan neyê lîstin.
Reşad Kurdo her wiha bal kişand ser astengî û zehmetiyên ku bi kesên bazirgan re ji hêla rawestandina deshilata Sûriyeyê ve derbas dibin, ku li ser kelûpelan du qat zêde pereyan distînin.
Reşad Kurdo her wiha bi dewamî diyar kir ku Rêveberiya Xweser hewl dide ku bi rêya Neteweyên Yekbûyî re deriyê Til Koçer veke, ji bo ku bûhabûna tiştan bisekinînin û got, "Her wiha rêyeke fermî peyda bike, ji bo çûn û hatinê di navbera xelkên Rojava û Başûrê Kurdistanê de û bi taybet ji bo bazirganiyê pêk were."
Reşad Kurdo di dawiya axaftina xwe de bang li Civaka Navdewletî kir ku li hemberî van kiryaran bêdeng neminînin û mil bi mil bi gelê Bakûr-Rojhilatî Sûriyê re ku ji zêdetirî 5 milyon kes pêk tên bisekine.
Reşad Kurdo ji bo vekirina deriyê sînor ê Til Koçerê got, "Gelê Bakûr-Rojhilatî Sûriyê gelek destkeftî bi dest xistin, mîna rizgarkirina Rojava û tevahî cîhan ji terora DAÎŞ'ê ya tundraw. Ji ber vê yekê Civaka Navdewletî deyndarê vî miletî ye û divê xwedî li vî gelî derkeve. Lê mixabin wijdanê mirovî xuya nake û tevahiya cîhanê li ser van kiryaran bê deng in û her dewletek li gor berjewendiyên xwe yên taybet nêzî herêmê dibe û tev digere."