Reqa û alên şervanan

Qonaxa dawî ya pêngava rizgarkirina Reqayê, ku bi navê Şehîd Ednan Ebû Emced bi rê ve diçe, li ber qedandinê ye.

Şervanên QSD'ê yên li Reqayê, êdî amadekariyê dikin ku dawî li çeteyan bînin. Her kes bi moraleke mezin tevdigere.

Mezlûm Botan şervanekî ji bajarê Amûdê ye. Soz dayê xwe ku di rizgarkirina Reqayê de ala YBŞ daliqîne û di ser bajarê Reqayê de bilind hilde. 

Ne bes Mezlûm di kolanê Reqayê de her komek, çend al bi wan re hene.

Muhemed Esaf ji gundên Reqayê ye, ku ala QSD'ê xistiye stuyê. xwe. Ji me re got, "Ez dixwazim vê alê li çerxereya Alnehîm bi dar bixim, ji ber çeteyan ev çerxerê kiribûn cihê êşkence û serjêkirinê. Rengê zer lê tê, ne yê reş."

Vê sibehê şervanên QSD'ê rizgarkirina du taxên din ragihandin. Şer heta niha di nav şervanên QSD'ê û çeteyan de diqewime. 7 çete hatin kuştin, 10 çeteyan jî xwe teslîm kirin.