Reqa, şer û fêrbûna ziman
Şervanên Suryanî li Reqayê fêrî zimanê xwe dibin
Şervanên Suryanî li Reqayê fêrî zimanê xwe dibin
Reqa ew bajar e ku her kesên ku Sûriye meraq dikir dixwestin wî bajarî bibîne. Lê kesekî serdana wê nedikir. Îro jî her kes dixwaze zanibe û meraq dike çi li vî bajarî diqewime . Şervanên ku niha di vî bajarî de li hember çeteyên DAIŞ’ê şer dikin, ew jî wek bakurê Sûriyeyê reng bi reng in.
Îro em bi Ebûd Siriyan re çûn taxên rojavayê Reqayê. Ebûd şervanekî Suryan e, ji bajarê Tiltemir e, di nav Meclîsa Suryan a Leşkerî de cihê xwe digire. Di rê de straneke bi Suryanî vêxistibû, belkî dixwest bi rêya wê stranê re balê bikişînê ser ziman û çanda xwe. Nêzî du meh in şervanên QSD’ê bi pêşengiya YPG û YPJ’ê şerê DAIŞ li Reqayê dikin. Zêdetirî nîvê bajêr hatiye rizgarkirin. Hewro Ebûd em birin eniyên pêş ê ku şer lê diqewime. Hewro wateya xwe ‘heval’ bi zimanê Suryanî ye. Şervanên Suryan bi vî navî bangî hev dikin. Binyatên ser taqan hatibûn rûxandin, rê û rêçikên taxên rojavayî Reqayê tê de meş nabe ji hilweşandina avahiyan. Me ji Hewro Ebûd pirsî ku ev der pir hate hilweşandin, ma şerekî çiqas dijwar li vir qewimî? Bersiveke balkêş da me got "DAIŞ sê salan ev avahiyên hanê dagir kiribûn, xwiya ye ne bes sivîl rizgar bûn, avahî jî xwe ji bêhna DAIŞ’ê paqij dikin."
Nîvroj bû pêla germahiyê jor 40C bû, şer qewimî şervanan gule bere çeteyan didan. Tişta ku min fehm kir di şer de hinek pîvan tên guhartin, ew jî şervanan gomlekê xwe danîbûn û şer dikirin. Gorî şervanan ji me re gotî DAIŞ piranî sê rêbazan di şer de bi kar tîne ew jî mayîn, sekvan û makîneyên bombebarkirî ne. Lewma di serê her kolanekê de divê em bireviyana. Piştre Ebûd em birin nuqteyeke hevalên xwe (hewro), ew û hevalên xwe bi Suryanî diaxivîn, wek tê zanîn ev ziman kevintirîn zimanê Rojhilata Navîn e, lê ew jî wek zimanê kurdî li Sûriyeyê qedexe bû, heta êdî ber bi helandinê ve diçû. Ebûd ji bo ziman got "Tevî em niha di şer de ne, lê ew hevalên me ku bi zimanê xwe nizanin li vir fêr dibin, ji ber li Rojava êdî bûye zimanekî fermî û em fedî dikin bibêjin ku em bi zimanê xwe nizanin."
Belkî niha em bibêjin di vî şerî de pir tişt sererast dibin, hemû pêkhatiyên Rojava û Bakurê Sûriyeyê hev nas dikin û her kes pêşeroja xwe bi çand û kultûra xwe diyar dikin, wê xwendevan mibalixe bibîne lê ev rastiya îro me bi çavên xwe li Reqayê dît.