Rejîma Tirk bombeyan li sivîlan dibarîne: 127 top avêtin

Rejîma Tirk a dagirker û çeteyên wê ji sibehê ve herî kêm 127 top avêtin gundên Şerawa. Di êrîşan de gelek sivîl birîndar bûn.

Îro artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, gundên Soxonakê, Zernaîta, Meyasa û Aqîbê yên girêdayî navçeya Şêrewayê ya Efrînê topbaran kirin. Li gorî Anhayê herî kêm 127 top avêtine gundên navborî.

Li gundê Aqîbê zarokek, 2 jin bi giştî 5 sivîl birîndar bûn.

Heyva Sor a Kurdistanê birîndar rakirin nexweşxaneyê hate diyar kirin ku di nava birîndaran de pitikek heye.

Navê birîndaran wiha ye; Remzî Mehmûd(30), Kîbar Berekat(50) , Sozan Alîko(23) ve Mîrvan Berekat.

Li aliyê din bi êrîşê re parelel li herêmê tevgera balafirên keşfê didome.