Rejîma BAAS’ê bi topan li çeperên QSD da
Li Dêrazorê rejîma BAAS’ê dîsa bi topan êrişî çeperên QSD kir
Li Dêrazorê rejîma BAAS’ê dîsa bi topan êrişî çeperên QSD kir
Pêngava Bagera Cizîrê 106 roj in didome. Şervanên QSD li hemberî DAÎŞ’ê têkoşîna xwe didomînin. Li hemberî vî tiştî rejîma BAAS’ê bi topan li çeperên QSD’ê dide.
Îro rejîmê li gundê Dîbanê bi topan êrîşî şervanên Pêngava Bagera Cizîrê kir. Di vê êrîşê de 3 şervanên QSD’ê birîndar bûn.
Rejîma BAAS’ê di vê hefteyê de sê caran êrîşî çeperên şervanên Bagera Cizîrê kir.