Rejîma Şamê: Em ê li dijî êrîşa Tirkan rawestin
Hikumeta Sûriyeyê ragihand ku ew bi 'biryar' in ku li dijî êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk rawestin.
Hikumeta Sûriyeyê ragihand ku ew bi 'biryar' in ku li dijî êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk rawestin.
Rayedarên Sûriyeyî ji ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê Sanayê re axivîn û gotin, "Sûriye bi biryar e ku bi rêbazên rewa li dijî êrîşa Tirk raweste."
Çavkaniyên Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê nerazîbûn nîşanî liv û tevgera leşkerî ya Tirk a li sînor da.
Wezaretê diyar kir, "Ew gotinên tund ên rejîma Tirk, niyeta wan a êrîşkar û komkirina leşkerî li nêzî sînorê Sûriyeyê bi tundî şermezar dike."
Heman çavkanî di heman demê de diyar kir ku gefên Tirkiyeyê binpêkirina giran a qanûna navneteweyî û biryarên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ye.