'Rêber Apo qîmeteke gelekî mezin dida gelan'

Mûhammed Alî ku li Akademiya Mahsûm Korkmaz perwerde ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wergirt, destnîşan kir ku Ocalan qîmeteke mezin dida tevahiya civakê û gelan.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nêzî 20 salan li qadên Sûriye û Lubnanê kar kir. Li Rojavayê Kurdistanê, li Heleb û Şamê karê rêxistinî bi xwe meşand. Li vê qadê perwerdeyên gelekî girîng da. Li Akademiya Mahsûm Korkmaz a li Lubnanê bi hezaran milîtanên PKK'ê û welatparêzên Kurd perwerde kir, rastiya gel, jin û milîtanên şervan afirand.

Welatparêzê Kurd Mûhammed Alî ku sala 1984'an PKK nas kir, sala 1988'an tevlî perwerdeya Ocalan a li Akademiya Mahsûm Korkmaz bû. Piştî perwerdeyê jî dest bi karên eniyê kir. Niha 58 salî ye û têkoşîna xwe dewam dike.

Mûhammed Alî qala perwerdeya li Akademiya Mahsûm Korkmaz û bandora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.

Mûhammed Alî got, "Em çûn gel Rêbertî. Ji me pirsî ku em têr in yan na. Dema ku me got em têr in ji hevalan re got 'çayê bînin'. Çayê hat û me dît ku Rêbertî bi xwe çay da me. Ez li pêşberî vê gelî matmayî mam. Yekemcar min didît ku li cîhanê rêveberek bi xwe xizmetê dike. Me rêveberên li partiyên din an jî serokên li cîhanê didît. Her kesî xizmet ji wan re dikir, lê belê Rêberê me xizmet ji me re dikir.

JIYANA WÎ PLANKIRÎ BÛ

Hevalan ji Rêbertî re qala min kiribûn. Pirsî 'Mûhammed Alî tu ye?' Min jî got, 'Ez im Serokê min'. Wî jî pirsa 'Tu ciwan e yan ez ciwan im?' li min kir. Min jî got, 'Nizanim'. Li temenê min pirsî, min jê re got ku 25 salî me. Wî jî got, 'Tu zane ku ez çend salî me? 42 salî me. We xwe kuştine. Ji xwe re plansaziyeke rojane çêbikin, bila sîstemeke we hebe. Temenê xwe bi vî rengî binirxînin. Deqeyeke min jî vala derbas nabe. Sibehê radibim spora xwe, taştêya xwe dikim. Tevlî perwerdeyê dibim. Piştre jî sporê dikim. Jiyana min bi temamî plankirî ye. Ya we ne bi vî rengî ye. Hûn dest bi xwendina pirtûkekê dikin, piştî ku çend rûpel xwend hûn dest bi xwendina yeka din dikin. Bi vî rengî nabe."

CUDAHÎ NEDIXIST NAVA KESÎ

Ez 45 rojan li Akademiya Mahsûm Korkmaz tevlî perwerdeyê bûm. Di wê perwerdeyê de kadro, rêveberên payebilind ên PKK'ê, her wiha welatparêz û sempatîzanên mîna min hebûn. Lê belê Rêbertî cudahî nedixist navbera kesî.

Rêbertî bi rastî jî deqeyekê nedisekinî. Timî dixebitî. Piştî spora sibehê û taştê saet di 08:00 de me dest bi perwerdeyê dikir. Di perwerdeyê de navber nedida. Sibehê tevlî perwerdeyê dibû û heta xwarina nîvro bênavber dewam dikir. Piştî xwarinê jî spor dikir û ji saet 20:00 heta 22:00 raporên hevalan ên li ser kar dixwend. Perwerde hemû ji aliyê Rêbertî ve dihatin day in. Hevalan jî bi kamerayê perwerde qeyd dikir. Piştre jî dikirin pirtûk. Her gotineke Rêbertî vala nediçû.

DI MIJARA NIRXAN DE TAWÎZ NEDIDA

Rêbertî di mijara nirxên madî û manewî de gelekî hesas bû. Rojekê Rêbertî dimeşiya. Li kevirekî hilkumî, dît ku di binê kevir de hinek birinc heye. Ji min re got, 'Biçe sênîkekê bîne û van bide hev'. Piştî ku min ev kir, got 'Biçe akademiyê û hevalan kom bike'. Li akademiyê ji hevalan re got, 'Hûn zanin ku ev birinc ên kê ne? Ev birinc ên Mazlûm, Kemal, Akîf, Xeyriyan e... Hûn çawa dikarin birijînin?' Piştre pirsî ku kê rijandiye. Hevalek yekser derekete pêş û got, 'Min kir Serokê min'. Bi rastî jî her tişt eşkere bû. Her kes xwedî li şaşitiya xwe derdiket. Şaşitî û kêmasiya xwe înkar nedikir.

SÎSTEM ANALÎZ DIKIR

Perwerdeya Rêbertî bi giranî li ser kapîtalîzmê bû. Rêbertî hewl dida ku sîstema serwer a ku civakê belav dike, xera dike, bi me bide naskirin. Rêbertî ji dema şaristaniya demokratîk dest pê dikir û heta avabûna netewe dewletan qalê dikir. Dubare dikir û digot, 'Eger tu li hemberî van dewletan têdikoşe divê tu teqez wê baş nas bike'.

HEWLDANÊN XWE JI BO GELAN HEMÛYAN BÛ

Rêbertî qîmeteke gelekî mezin dida gelan hemûyan. Ji bo gelan hemûyan dixebitî. Min nedît ku cudahî xist nava gelan. Têkildarî gelan gotineke bi tenê ya nexweş negot. Di perwerdeyê de ji bo Tirkan, Ereban an jî gelên cuda gotineke bi tenê ya nebaş negot. Timî qala sîstem û dewletê dikir ku civakê xera dike, gelan qetil dike û dike dijminê hev. Ev yek destnîşan dikir, 'Eger şoreşa me bi ser bikeve, wê gel hemû rizgar bibin. Rizgariya hemûyan bi şoreşa me ve girêdayî ye. Rizgariya Tirkan, Ereban, Çerkezan, Fîlîstîniyan her wiha gelên Ewropayê bi serketina şoreşa me ve girêdayî ye'.

RÊXISTINIYA GELÊ EREB

Şehîdê destpêkê yê Ereb ê PKK'ê Ezîz Ereb bi me re di perwerdeyê de bû. Ji bo hevalê Ezîz digot, 'Binerin, tevlî PKK'ê bûye. Ji ber ku rizgariya xwe û gelê Ereb di nava PKK'ê de dibîne. Eger hûn qîmetê bidin civaka Ereb, hûn giraniyê bidin ser rêxistiniya wan ew ê jî hîn bêhtir tevlî bibin, ji ber ku pêwîstiya wan bi şoreşê û azadiyê heye'.

'DIVÊ HÛN 24 SAETAN BIXEBITIN'

Rêbertî wiha bang li me dikir; 'Di nava gelên cîhanê de yek ji gelên ku herî zêde hatine qirkirin em Kurd in. Ji bo azadkirina Kurdistanê divê em 24 saetan bixebitin. Ji bo meşandina vê têkoşînê û qezençkirina têkoşînê amade me ku bi her awayî derfetan bidim we. Fikir, felsefe, zanistî, hêza min heye ku hûn çi bixwazin bi vî rengî bidim we. Tiştên ku heta niha min da we kêm nîne. Hûn ê van bixin meriyetê'.

QÎMET DIDA JINÊ

Wergirtina perwerdeya Rêbertî di kesayetiya min, zîhniyeta min de gelek tişt guhert. Li qada Rêbertî min di tevahiya jiyana xwe de yekemcar dît ku jin perwerdeyê didin, rêveberiyê dikin û çekê bi kar tînin. Di perwerdeyê de rexne dihate kirin, rexnedayin hebû. Hevalên jin radibûn û bi rengê herî tund rexne dikir. Min demokrasî, wekhevî, jiyan li vê akademiyê dît. Bi hêza jinê hesiyam. Pêwîstiya mirovan bi azadiyê heye. Min hezkirin û azadî li vê akademiyê dît. Li gel Rêbertî cudahî di navbera jin û mêr de tune bû. Rêbertî gelekî dixwest ji jinê re bibe alîkar ji bo azad bibe. Di wê pêvajoyê de hejmara jinan kêm bû. Rêbertî bêhtir giranî dida ser perwerdeya jinan. Hewl dida artêş û tevgera jinê mezintir bike. Timî bi wan re diaxivî û perwerde dida.

GIRÎNGÎ DIDA KURDÎ

Rêber Apo hem dixwest em xwe perwerde bikin û bi pêş ve bibin, hem jî pirtûkan bixwînin. Gelekî girîngî dida Kurdî. Li akademiyê me dersên Kurdî jî werdigirt. Ez li akademiyê hînî xwendin û nivîsandina bi Kurdî bûm. Her wiha ji me dixwest ku em her dera Kurdistanê nas bikin. Rêbertî digot, 'Divê welatparêzek xaka xwe gav bi gav nas bike. Eger te bi vî rengî nas kir, hingî tu dikare ji bo vê xakê kar bike'. Bi rastî jî ruh dida welatparêziyê. Dijmin wê demê welatparêzî kuştibû; destûr nedida ku du mirovên welatparêz li hev kom bibin. Dijmin welatparêzî reş kiribû. Gotina Kurd û Kurdistanê weke sûc nîşan dida. Mirovan tenê dikarîbûn bigotina 'Ez Tirk im, Ereb im, Faris im'. Rêbertî digot, 'Ji bo rizgariya ji vê nexweşiyê divê hûn xwe perwerde bikin. Tişta ku hûn ji perwerdeyê hîn bûn jî divê bixin meriyetê'.

Te kîjan devera Kurdistanê bipirsiya nas dikir. Ev yek weke şertekî welatparêziyê didît. Digot, 'Ji bo Kurdistanê pêwîstî bi kar û fedakariyê heye, her wiha baweriya bi tevgera me heye. Eger tu ji tevgera me bawer neke tu nikare bi me re bimeşe û kar bike. Ji bo hûn têbigihêjin û bixebitin çi pêwîst be ez wê didim we'.

DIVÊ EM PARÊZNAMEYAN BI HER KESÎ BIDIN XWENDIN

Ez parêznameyên ku Rêbertî li Îmraliyê nivîsandiye dixwînim. Her pênc jî li gel min e. Rojane du saetan eger ez parêznameyê nexwînim, hingî xwe rexne dikim. Sed sal in Kurd têne tecrîdkirin. Ev tecrîd niha ji her demê bêhtir bi metirsîdarî li ser Rêbertî û tevahiya gelê Kurd tê meşandin. Ne tenê li ser Kurdan her wiha li ser Tirkan, Ereban û hemû gelên herêmê tê meşandin. Naxwazin ku çareseriya neteweya demokratîk û modernîteya demokratîk bi cih bê anîn ku Rêbertî weke alternatîfa şaristaniya kapîtalîst afirand. Dixwazin ku xwîn birije. Em Kurd û gel hemû divê hem li dijî tecrîdê hem jî li hemberî sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê rabin ser piyan, têbikoşin û şoreşa xwe pêk bînin. Xwendina parêznameyên Rêbertî jî divê em belav bikin. Mirovên van pirtûkan bixwînin wê xwe baştir nas bikin. Wê sîstema kapîtalîst a ku êşkenceyê li gelan, jinan û kedkaran dike nas bikin. Wê xwe weke hêzeke têkoşînê ya li dijî vê sîstemê bibînin."