'Rêber Apo ji bo tevahî mirovahiyê bû hêvî'

Hevserokê Meclîsa Kantona Kobanê Mistefa Êto rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li tevahî gelan pîroz kir û got, “Ji bo em bikaribin xwedî li Rêberê xwe derkevin û ji bo ku em îradeyê azad pêk bînin, divê Rêberê me bi fîzîkî bê azadkirin."

Bi nêzbûna 4’ê Nîsanê re gelê Kurd li her deverê amadekiriya pîrozkirina Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike. Têkildarê mijarê Hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mistefa Êto ji ANF’ê re axivî.

’HÊVIYÊN AZADIYÊ NEMABÛ’ 

Mistefa Êto di serî de rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li tevahî aşitîxwaz û azadîxwazan pîroz kir û wiha got, "Rojbûna Rêber Apo ji bo tevahî mirovahiyê bû vejîneke nû. Jiyaneke nû û xeta azadiyê afirand. Li ser axa Mezopotamiyayê li dijî nasname, çand û zimanê Kurdî her dem êrîşên qirkirinê dihatin pêk anîn. Armanca desthilatdaran çewsandin û pêşî li lêgerîna azadiyê girtinbû. Di Rojhilata Navîn de zordarî, talan û wêrankirin û qirkirin her li pêş bû beriya Rêbertî, hêviyên azadiyê nemabûn." 

’ROJBÛNA RÊBER APO HÊVIYÊN NÛ BI XWERA AFIRAND’ 

Êto destnîşan kir ku, di dîrokê de gelek serhildanên Kurdan bi êrîşên qirkirinê hatine çewsandin û wiha dewam kir, "Bi rojbûna Rêber Apo re hêvî ji nû ve zindî bû. Têkoşîna azadiyê ya ku îro gihiştiye vê astê bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo ye. Bi hatina Rêber Apo a li Kobanê re gelek guhertin di nava civakê de çêbû. Beriya her tiştî ruhê netewî û yekîtiyê derket holê." 

’RÊBER APO JI BO TEVAHÎ MIROVAHIYÊ BÛ HÊVÎ’ 

Mistefa Êto da xuyakirin ku pergala Neteweya Demokratîk ku her netew, ol û ziman di nava xwe de dihewîne, ew jî ji berhemên ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got, "Rêber Apo ji bo tevahî mirovahiyê bû hêvî. Vaye bi hezaran mirov ji ramanên Rêber Apo bandor bûye. Cih bi cih weke teqînekê xwedî li fikrên Rêber Apo derdikevin. Ji bo em bikaribin xwedî li Rêberê xwe derkevin û ji bo ku em îradeyê azad pêk bînin, divê Rêberê me bi fîzîkî bê azadikirin. Azadiya Rêber Apo, azadiya Kurdistanê û civakeke demokrate. Em 4’ê Nîsanê li tevahî gelan pîroz dikin."