Rê û rêbazên hilbijartinên Bakurê Sûriyeyê

Gelên Federasyona Bakurê Sûriyeyê sibê diçin ser sindoqan. Di hilbiljartinê de wê endamên meclîsên bajarok, navçe û kantonan bên hilbijartin. Bi rêya pênc pirs û bersivan me hewl dan rê û rêbazên hilbijartinê eşkere bikin.

Hilbijartinên Federasyona Bakurê Sûriyeyê ku ji sê qonaxa pêk tên, qonaxa destpêkê hilbijartina Hevserokên Komunan bû û roja 22'ê Îlonê hate kirin. Qonaxa duyemîn jî wê sibê pêk were. Dengdêr wê sibê biçin ser sindoqan û rêveberiyên herêmî yên meclîsên bajarok, navçe û kantonan hilbijêrin. Hilbijartina Kongreya Gel a Bakurê Sûriyeyê jî ku qonaxa dawî ya pêvajoya hilbijartinan e, wê Çileya 2018'an pêk were.

Federasyona Bakurê Sûriyeyê ku yekemcar hilbijartin lê tê kirin, roja 16'ê Adara 2016'an li bajarê Rimêlanê di kongreyeke ji 200 delegeyên nûnerên Kurd, Ereb, Suryanî û Êzidî hat ragihandin. Federasyon ji herêmên Cizîr, Firat û Efrînê pêk tê. Federasyona ku li ser bingeha federasyona xwerêveberiyê tê birêvebirin, xwe dispêre esasê rêvebirina xwe bi xwe ya her herêmê ji aliyê aborî, ewlekarî û parastinê ve.

Meclîsa Damezrîner a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê, piştî ragihandinê roja 28'ê Tîrmeha 2017'an li hev civiya, Qanûna Hilbijartinê ya Federasyona Bakurê Sûriyeyê û Qanûna Rêveberiya Herêmên Îdarî erê kir û teqwîma hilbijartinê ya ji sê qonaxan pêk tê, diyar kir. Li gorî vê yekê; 22'ê Îlona 2017'an hilbijartina Hevserokên Komunan, 1'ê Kanûna 2017'an hilbijartina Meclîs/Rêveberiyên Herêmî û Çileya 2018'an jî hilbijartina Kongreya Gel a Bakurê Sûriyeyê hate diyarkirin.

Qonaxa destpêkê 22'ê Îlonê pêk hat. Li gorî daneyên Komîseriya Hilbijartinê ya Bilind, di qonaxa destpêkê de 728 hezar û 450 dengdêr çûn ser sindoqan û Hevserokên Komunan hilbijartin. Qonaxa duyemîn jî wê sibê bi hilbijartina endamên Meclîsên Bajarok, Navçe û Kantonan pêk were. Bi daneyên fermî yên ji Komîseriya Hilbijartinê ya Bilind bi dest xistî, me hewl da bersivê bidin pirsên li ser sîstema hilbijartinê ya li Federasyona Bakurê Sûiryeyê. Û li ser bingeha pênc sernavan me hewl dan rave bikin.

QONAXA DUYEMÎN KENGÎ DEST PÊ KIR?

Desteya Rêveber a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê, 26'ê Îlonê daxuyaniyek da, pêkhatina hilbijartina Hevserokên Komunan bi rengekî serketî pîroz kir û ragihand ku amadekariyên qonaxa duyemîn dest pê kirine. Piştî ku endamên namzetan diyar bûn, propagandaya hilbijartinê jî dest pê kir. Ji duh bi şev saet 24:00 û pê ve dema propaganda hilbijartinê qediya.

DI HILBIJARTINA BERIYA NIHA DE ÇEND DENGDÊRAN DENG DAN?

Hejmara dengdêrên di hilbijartina Hevserokên Komunan de li gorî herêman deng dan, wiha ye:

* Herêma Cizîrê: 437 hezar û 142

* Herêma Firatê: 135 hezar û 611

* Herêma Efrînê: 155 hezar û 697

Hevseroka Komîseriya Hilbijartinê ya Bilind Rûken Mele Îbrahîm 15'ê Mijdara 2017'an ragihand ku li hemû herêmên hilbijartinê bi qasî 808 hezar û 495 dengdêr qeydkirî ne. Li gorî hilbijartina beriya niha, rêjeya dengdêran bi 100 hezarî zêde bû.

Li gorî qeyda Komîseriya Hilbijartinê ya Bilind, hejmara qertên dengdêran ên ji bo hilbijartinê li herêman hatin belavkirin ev e:

* Herêma Cizîrê: 510 hezar û 500

* Herêm Firatê: 137 hezar

Herêma Efrînê: 160 hezar û 995

DENGDAN KENGî DEST PÊ DIKE?

Dengdan roja 1'ê Kanûnê saet di 08:00 de dest pê dike û wê heta salet 20:00 biqede. Eger Komîseriya Hilbijartinê ya Bilind pêwîstiyê pê bibîne, dikare dema dengdanê herî dereng heta saet 24:00 dirêj bike. Li 1.303 navendên dengdanê wê hilbijêr biçin ser sindoqan. Navendên dengdanê li gorî herêman wiha ne:

* Herêma Cizîrê: 841

* Herêma Firatê: 256

* Herêma Efrînê: 206

Li her navendê wê 8 wezîfedarên sindoqan hebin ku 6 jê esîl, 2 jî cihgir in. Bi giştî wê 10 hezar û 825 kes li ser sindonqan wezîfeyê bikin. Hejmara wezîfedfarên li ser sindoqan li gorî herêman wiha ye:

* Herêma Cizîrê: 5 hezar û 46 esîl, 1.682 jî cihgir

* Herêma Firatê: 1.535 esîl, 512 cihgir

* Herêma Efrînê: 1.640 esîl, 410 cihgir

DENG WÊ ÇAWA BÊ DAYIN?

Her dengdêra/ê biçe ser sindoqan, divê nasname, qerta xwe ya dengdêriyê ya jî pasaporta xwe nîşanî seroka/ê sindoqê bide. Eger ev belge bi dengdêr re nebe, wê nikaribe dengê xwe bide. Wekî din, dengdêrek wê ji yekê zêdetir nikaribe deng bide. Di hilbijartinê de ji bo hilbijartina endamên meclîsên bajarok, navçe û kantonan wê 3 sindoq bên danîn. Ji bo her sindoqê jî wê 3 pisûlayên ji sê rengan hebin. Dengdêr ji bo hilbijartina meclîsên navçeyan wê pisûlaya ji rengê 'şîn', ji bo meclîsen bajarokan pisûlayan ji rengê 'spî' û ji bo meclîsên kantonan jî pisûlaya ji rengê 'gewr' bi kar bînin.

EWLEKARIYA HILBIJARTINÊ WÊ ÇAWA PÊK WERE?

Ji bo ewlekariya hilbijartinê, Asayîşa Rojava, Hêzên Xweparastinê û Hêzên Asayîşa Sotoro li hemû herêmên hilbijartinê tedbîrên pêwîst girtine. Di çarçoveya tedbîrên Asayîşa Rojava de ji roja 29'ê Mijdarê saet di 08:00 heta 2'ê Kanûnê saet 15:00 bikaranîna motorsîkletan û her rengê qemyonan hate qedexekirin.