Rapora YE'yê: Li Tirkiyeyê zext dewam dikin, Kurd dibin hedef

Yekîtiya Ewropayê di rapora Tirkiyeyê de nerazîbûn nîşanî tecrîda li Îmraliyê da. Her wiha ragihand ku sûcên li dijî Kurdan dewam kiriye.

RAPORA YEKÎTIYA EWROPAYÊ YA TÊKILDARÎ TIRKIYEYÊ

Rapora 2024 a Tirkiyeyê ku salane ji aliyê Komîsyona Ewropayê ve tê amadekirin ku saziya rêvebirinê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) ye, di 30'ê Cotmehê de hate weşandin. Rapora 2024'an a li ser Tirkiyeyê ji aliyê Nûnerê Bilind ê YE'yê yê ji Polîtîka Derve û Ewlekariya Yekîtiya Ewropayê Berpirsyar Josep Borrell û Komîserê ji Berfirehbûnê Berpirsyar Oliver Varhelyi ve li Brukselê bi civîneke çapemeniyê hate eşkerekirin.

Di destpêka raporê de hate gotin, "Danûstandinên bi Tirkiyeyê re di çarçoveya Biryarên Konseya Yekîtiya Ewropayê de ji sala 2018'an û vir ve rawestiyan e. Fikarên Yekîtiya Ewropayê yên li ser paşketina di mijarên pîvanên demokratîk, serweriya hiqûqê, serxwebûna dadgeriyê û hurmeta li mafên bingehîn ji holê nehatine rakirin."

'BI HEZARAN HDP'YÎ GIRTÎ NE, SÛCÊN LI DIJÎ KURDAN DEWAM KIRIN'

Di beşa 'Mafên bingehîn û hiqûqê' ya raporê de rexne hatin kirin û hate ragihandin ku mijarên girîng ên di raporên beriya niha de hatin tespîtkirin di wan mijaran de pêşketin çêbû û fikar dewam kirin.

Çend ji xalên di vê mijarê de hatin destnîşankirin bi vî rengî ne:

* Pirrengiya siyasî zerarê dibîne. Hîn jî nêzî 8 hezar endam û rayedarên Partiya Demokratîk a Gelan girtî ne.
Li gel biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya Gulana 2024'an a ji bo berdana parlamenterên berê yên HDP'ê û hevserokên berê, cezayên giran li wan hate birîn.
Herêma başûrrojhilat ji ber bandora erdheja Sibata 2023'an cihê fikaran e.
Têkildarî meseleya Kurd ji bo ji nû ve destpêkirina pêvajoyeke aştiyê ya cihê baweriyê pêşketinek çênebû.
Hîn jî mafên mirovan ji aliyê hêzên ewlekariyê ve têne kirin, sûcên nefretê yên li dijî Kurdan dewam dikin.
Waliyên li bajarên rojhilat û başûrrojhilat, beriya hilbijartinên xwecihî yên Adara 2024'an jî di nav de civîn û çalakî bi rengekî kêfî qedexe kirin.
Ji ber ku terorîzm bi rengekî berfireh tê şîrovekirin û zextên îdarî û edlî yên li ser rojnamevanên li ser meseleya Kurd dixebitin, muxalîfên siyasî, baro û parêzvanên mafên mirovan, fikaran dewam kirin.
Saziyên medyayê û çandê yên ku bi Kurdî weşanê dikin ji sala 2016'an û vir ve girtî man.
Di du hilbijartinên xwecihî yên dawî de şaredarên ku qeyûm li şûna wan hatin danîn yan girtî ne yan jî li derveyî welat in. Pêşniyarên ku di Kongreya Reveberiyên Xwecihî û Herêmî yên Konseya Ewropayê de Adara 2022'an ji bo Tirkiyeyê hatin kirin, hîn bi cih nehatine anîn.
Sîstema cerdevaniya gund ku hêzeke paramîlîter a hêzên ewlekariya Tirk e, astengiyên li pêşiya vegera gundiyên ji cih û warê xwe bûne dewam kirin û li pêşiya çareseriya siyasî ya meseleya Kurd bûn asteng.

'ASTENGIYÊN LI PÊŞIYA EŞKEREKIRINA RAPORÊN CPT RAKIN'

Ji bo Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê hemû raporên xwe biweşîne bang li Tirkiyeyê tê kirin ku destûrê bide û ji bo raporên bi vî rengî bi otgomatîk bêne weşandin, teşwîq bike."

NERAZÎBÛNA LI HEMBERÎ TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ

Di beşa 'Bicihanîna pêkanînên cezakirinê' ay raporê de işaret bi kiryarên êşkenceyê yên gardiyanan, pêkanînên kêfî yên desteyên çavdêriya girtîgehê, îzolasyona girtiyan û tecrîda li ser Rêber Apo hate kirin.

Di raporê de hate destnîşankirin ku li ser binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan rapor hatin amadekirin û hate gotin, "Îzolekirina mehkûman, astengkirina karên hevpar bi rengekî kêfî, weke pirsgirêkê dewam kir. Lîderê PKK'ê Ocalan û sê girtiyên din ên li girtîgeha Îmraliyê di nava 43 mehên derbasbûyî de nekarîn parêzer û xizmên xwe bibînin, hevdîtinên wan hatin astengkirin."

PÊŞNIYARÊN KOMÎSYONA EWROPAYÊ

Di raporê de hate bibîrxistin ku pêşniyarên Komîsyona Ewropayê yên beriya salekê li Tirkiyeyê kiribû, ji aliyê dewleta Tirk ve nehatin bicihanîn, lewma ew pêşniyar hîn jî derbasdar in.

Her wiha pêşniyar hate kirin ku hurmet ji biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn re bê nîşandan û ji bo vê jî rewşeke hiqûqî û siyasî bê afirandin.

Di raporê de hate pêşniyarkirin ku hurmet ji mafên bingehîn ên girtiyan re bê nîşandan.