Ji ber ku poşmanî red kir, nehate berdan

Şehmûs Kalmaz ê li Girtîgeha Hejmar 1 a Tekîrdagê tê ragirtin, tevî ku 30 sal in girtî ye ji ber ferzkirina poşmaniyê nepejirand, nehat berdan.

Şehmûs Kalmaz bavê 7 zarokan e û di destpêka salên 1990'î de ji ber sedemên siyasî ji bajarê xwe Amedê koçî Edeneyê kir. Şehmûs Kalmaz di 10'ê Cotmeha 1994'an de hat binçavkirin û piştî êşkenceyeke giran hat girtin. 

Şehmûs Kalmaz ê li Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê hat girtin, di encama darizandineke şeklî de bi cezayê muebbetê hat cezakirin.

Şehmûs Kalmaz, ewil sirgûnî girtîgehên weke Edene Kurkçuler, Konya Tîp E, Sêrt Tîp E û Tîpa D ya Amedê, piştre jî sirgûnî Girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 2 a Trabzon, Kastamonu û Tekirdagê hatin kirin.

Di dawiya dawî de Şehmûs Kalmaz ê sirgûnî Girtîgeha Hejmara 1. a Tekîrdagê hat kirin, diviyabû di 10'ê Cotmeha 2024'an de di nava şert û mercên asayî de bihata berdan. Lê belê 5 roj beriya berdana wî, rêveberî û desteya çavdêriyê ya Girtîgeha Hejmara 1. a Tekîrdagê, der barê serbestberdana bi şert de bi wî re hevdîtin kir. Rêveberî û desteya çavdêriyê, ji Şehmûs Kalmaz ê ku 30 sal in dîlgirtiye û pirsgirêkên wî yên tenduristiyê heye pirsa "Hûn poşman in?" pirsîn.

Rêveberî û desteya çavdêriyê ji ber Şehmûs Kalmaz bersiva “Ez ne poşman im” daye, bi awayekî bêhiqûqî û kêfî berdana wî hat redkirin. Dema berdana Şehmûs Kalmaz bi biryara desteya çavdêriyê ya Girtîgeha Hejmar 1 a Tekîrdagê ji bo 3 meh hat dirêjkirin.