Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin

Ji bo dîtina Rêber Apo ku li Îmraliyê tecrîdkirî ye, malbatê serlêdan kir. Her wiha malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê jî bi heman daxwazê serlêdan kirin.

Ji bo dîtina Rêber Apo û girtiyên din ên li girtîgeha Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş malbatan serlêdan kirin.

Mehmet Ocalan birayê Rêber Apo û wasiyê wî Mazlûm Dînç ji bo karibin biçin Îmralilyê serî li Serdozgeriya Komarê ay Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Emîne Konar xwişka Omer Hayîr Konar, Polat Yildirim birayê Hamîlî Yildirim û Melîhe Çetîn xwişka Veysî Aktaş jî bi heman daxwazê serlêdan kirin.

Rêber Apo ji sala 1999'an û vir ve ku bi komployeke navneteweyî dîl hate girtin di bin tecrîdê de ye. Serlêdanên ji bo hevdîtinê bi rengekî kêfî têne redkirin, ya bêbersiv têne hiştin yan jî piştî bi mehan tê gotin, cezayê dîsîplînê hatiye birîn û bi rengekî nehiqûqî û kêfî tê redkirin. Li ser sedema cezayên dîsîplînê jî agahî nayên dayin.

Biryara qedexeya hevdîtinê ya bi parêzeran re ya Rêber Apo û girtiyên din ên li Îmraliyê ya ji bo 6 mehan, herî dawî di 3'ê Gulana 2024'an de ji aliyê Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê ve hatibû wergirtin.

Bi vê qedexeyê re di nava 8 salan de herî kêm 13 caran qedexeya hevdîtina bi parêzeran re ya ji bo 6 mehan li Rêber Apo hate birîn.

Hevdîtina rû bi rû ya Rêber Apo ya bi malbatê re 3'ê Adara 2020'î û hevdîtina dawî ya bi telefonê jî di 25'ê Adara 2021'ê de hate kirin.

Piştî çar salan Rêber Apo bi biraziyê xwe Omer Ocalan re di 23'ê Cotmeha 2024'an de hevdîtin kir. Di hevdîtinê de Rêber Apo got, tecrîd hîn jî dewam dike.