Rapora Girê Spî: 83 kes hatine qetilkirine û 203 kes jî hatine revandin

Li gorî Navenda Belgekirina Sûcan komên girêdayî Tirkiyeyê li Girê Spî 83 qetilkirine û 203 kes jî revandine.

Li gorî Navenda Belgekirina Sûcan li bajarê Girê Spî ji cotmeha 2019’an ve 203 şênî hatine revandin. Navendê da zanîn ku di nav wan de 7 jin û 12 zarok hene û çaresenûsa 89 kes ji wan hîna nediyar û 26 kes jî sewqî Tirkiyeyê hatine kirin û li wir girtî ne.

Navendê bi bîr xist ku di êrîşan de û piştî êrîşan 75 kes hatine kuştin û zêdetirî 219 kes jî birîndar bûne. Ji wan 17 kes astengdar bûne. Her wiha 8 şêniyên ku ji warên xwe derneketine yan jî piştî dagirkirinê vegeriyane malên xwe, hatine bidarvekirin. Navendê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku ji sedî 14’ê niştecihên Girê Spî piştî dagirkirinê, vegeriyane warên xwe û ji aliyê çeteyan ve hatine tengavkirin û ruxmî ku piraniya wan temenmezin in gelek ji wan hatine revandin.

Dagirkeran zêdetirî 5 hezar û 171 mal û hezar û 180 dekar desteser kirine û li 64 gund şênî derxistine. Destê xwe danîne ser zêdetirî milyonek û nîv milyon donim zevî.

Li gorî agahiyên ku navendê parve kirine, hezar û 849 malbatên ji herêmên din ên Sûriyeyê li malên şêniyên bajarê Girê Spî yên koçber bûne, hatine bicihkirin.

Komên girêdayî dewleta Tirk a dagirker zêdetirî 12 kargeh desteser kirine û amûrên tê de dizîne û li Tirkiyeyê firotine.

Navendê anî ziman ku leşkerên Tirk li ser sînorên gundewarê Girê Spî 14 sûriyeyî qetil kirin û 77 kes jî birîndar kirin. Di nava kuştiyan de zarokek heye û piraniya wan cotkar in û zeviyên wan li ser sînor in.