QSD/YPG'ê derbeke giran li şaneyên razayî yên Tirkiyê û DAÎŞ'ê da

QSD û YPG van rojên dawî li herêma Firatê bi operasyonên taybet derbeke giran li şaneyên veşarî yên Tirkiyê û DAÎŞ'ê dan. Endamên çete yên ku hatine girtin, têkilî planên Tirkiyê û DAÎŞ'ê yên li ser herêmê li xwe mikur hatin.

Dewleta Tirk ku bi  çeteyên mîna El Nusra û DAÎŞ'ê li dijî gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyê tişta ku dixwest nekarî bi dest bixe, niha bi rêya şaneyên razayî dixwaze gelên herêmê bîne pêşberî hev.

Bi operasyonên taybet ên van rojên dawî yên QSD û YPG'ê yên li ser herêma Firatê gelek şaneyên razayî yên Tirkiyê û DAÎŞ'ê hatin girtin.

Bi dehan endamên çete ku li ser fermana îstîxbarata Tirk û DAÎŞ'ê ku li Reqa, Tebqa, Minbicê êrîşên mîna teqîn, înfaz, revandinê, fîdye û çalakiyên bi armanca ku gelan bînin pêşberî hev kirin an jî, hazirî dikirin, hatin girtin.

Endamên çete yên ku hatine girtin li ser gelek êrîşên li Minbic, Reqa, Tebqa li xwe mikur hatin. Hêzên  QSD û YPG'ê ku li gorî mikurhatinên endamên çeteyan çûyin, xwe gihandine gelek têkiliyan û gelek çek û cebilxane hatin bidestxistin.

Di nav endamên çeteyan de ku hatine girtin, faîlên êrîşa meha bihurî ya li ser Minbicê ya li dijî leşkerên Emerîkî, êrîşa bombeyî ya li ser avahiya Dadmendiyê, êrîşa ku 5 leşker hatin kuştin, her wiha faîlên êrîşa li Reqa ya bi er eczakar û qetilkirina Ebû Rade yê li herêmê bi nav û deng hene.

Endamekî çeteyan yê ku bi Tirkiyê re têkildar di lêpirsînekê de li xwe mikur hat ku li Reqa bi kincên QSD'ê mirov revandine û hewl dane ku jehrê bavêjin nav xwarina şervanên QSD'ê yên dema dewriyeya perwerdehiyê.

Şaneyên veşarî yên DAÎŞ'ê û Tirkiyê di lêpirsînan de gotin, ji bo êrîşan teqemenî û çekên hewce di ser Cerablûs û Ezazê re peyda dikin.

Hin endamên çetetyan jî di lêpirsînan de gotin bi pereyan êrîşê tînin, hinan jê jî got malbatên wan li Tirkiyê, Cerablûs, Bab û Ezazê ne, îstîxbaera Tirk gefên li wan dixwe ku wê ''malbatên wan werin kuştin'' û ji bo vê jî êrîşan tînin.

Faîlên hin êrîşên li ser Reqa, Tebqa û Minbicê ji ANF'ê re derbarê planên gemarî yên Tirkiyê û DAÎŞ'ê yên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyê gotin.

Ji endamên çeteyan ên ku hatin girtin Ehmed Cuma El Mehel, Emmar Mihemed El Hadî, Beşşar Ebdulrezak Mehmud, Musa Salih Hisên El Ehmed, Ebdullah Seyîd ve Îsa Ebdulfetah Hemud li xwe mikur hatin. Li gorî lixwemikurhatinên endamên çeteyan em ê konsepta nû ya şer û planên gemarî yên dewleta Tirk û DAÎŞ'ê ya li ser Bakur-Rojhilatê  Sûriyê em ê beş bi beş bidin.

Li aliyê dî, piştî operasyonên QSD-YPG'ê avaniya hicreyan ku îstîxbarata Tirk li dijî gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyê ava kirî derbeke giran xwar, duh jî hate ragihandin, avaniya çeteyan a bi desteka Tirkiyê, li dijî gelên herêmê rêxistineke bi navê ''Ehrar El Şaab'' ava kirine.