QSD: Tevgera şaneyên veşartî yên DAÎŞ’ê zêde bûne

QSD’ê bi daxuyaniyekê encamên 24 saetên dawî yên êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê ragihand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê li ser mijarê ev agahî par ve kir:

 “Artêşa dagirker û komên çete yên bi ser ve li herêmên Ebû Rasên û gundewarên wê yên li bakurê Til Temir û li derdora Eyn Îsa tevgera xwe ya dagirkeriyê domand.

EBÛ RASÊN

Komên çete li vê xetê bi hejmareke zêde seyareyên zirxî û çekên giran, teqwiye anîn herêmê û ketin nav tevgera amadekariya êrîşan. Her wiha li gundên Til El-Werd û Ing El-Hewa jî hejmarek ji komên çete xwest êrîş bibin ser qadên nû. Tevgera balafirên bêmirov li herêmê bê navber berdewam bû.

TIL TEMIR

Komên çete bi çekên giran êrîş birin ser gundên Qasimiyê û Ûm El-Kêf û hewl dan dagirkeriya xwe li herêmên nû berfireh bikin.

ŞANEYÊN VEŞARTÎ YÊN DAÎŞ’Ê TEVGERA XWE ZÊDE KIR

Hemwextî êrîşa artêşa dagirker li ser herêmên Til Temir û Eyn Îsayê, şaneyên veşartî yên DAÎŞ’ê jî êrîşên xwe li herêma Dêre Zorê zêde kirin. Çeteyan li herêma Hecînê êrîşeke terorî li dijî hêzên me li dar xist û di encamê de 3 hevalên me şehîd bûn, 2 hevalên me birîndar bûn.”