QSD mîna bahozê ye

Pêngava Bagera Cizîrê 73 roj li pey xwe hişt. Hêzên QSD'ê li çola Dêra Zorê mîna bahozê di pêş ve diçin.

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de her bi pêş ve diçin.

Li gel operasyonên rizgarkirina bi sedan gund, gundik û herêmeke berfireh a li qiraxa Çemê Fiartê, hêzên QSD'ê ji bo ewlekariya sivîlan jî nuqteyên taybet ên ewlekariyê ava dikin û alîkariya xwarin û kincan li sivîlan dikin.

QSD MÎNA BAHOZA ÇOLÊ YE

Çola bi kîlometreyan dirêj, bi roj gelekî germ e bi şev jî gelekî cemidî ye. Bi taybetî di van mehên zivistanê de mayina li çolê berxwedaneke mezin e. Li aliyekî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê, li aliyê din operasyonên rizgarkirina sivîlan, hewa germ a bi rojê û hewa sar a mîna qeşayê ya zivistanê...

Şervanên QSD'ê, bi hevrêtî û baweriya bi serketinê hemû astengiyên li çola dijwar a li Dêra Zorê derkevin pêşiya wan ji holê radikin. Di operasyonên dijî DAIŞ'ê de mîna bahozekê her bi pêş ve diçin.

Li çeperên ji xîzê ku navê Satir lê kirine, em dibin mêvanê sifra şervanan. Şervanên ji germa çolê rûyê wan esmer bûye, bi rûyekî li ken mirovan pêşwazî dikin û dawetî sifra xwe dikin.

YPJ LI REFÊN HERÎ PÊŞ E

Şervanên YPJ'ê mîna li hemû pêngavên li Rojava, di pêngava Bagera Cizîrê de jî hem li çeperên pêş in hem jî di koordîneya şer de cih digirin. Ji lojîstîkê heta ragihandinê hema bêjin li her qadê li refên pêş in. Têkoşîna şervanên YPJ'ê ya li refên herî pêş dibe mînak ji tevahiya jinên li cîhanê re.

Li çola Dêra Zorê ji ber bahoza xîzê mirov nikarin pêşiya xwe bibînin. Ev yek jî ji bo çeteyên DAIŞ'ê dibe firsendek ku êrîş bikin. Lewma tespîtkirina çeteyan beriya êrîşê li vê derê gelekî girîng e. Tiliyên şervanên QSD'ê timî li ser tetîkê ne û nahêlin ku çete xwe bilivînin.

HEVRÊTÎ ZOR Û ZEHMETIYAN JI HOLÊ RADIKE

Aliyekî din ê serketina şervanan a li Dêra Zorê hevrêtî û dostaniya bê dawî ye. Şervanên QSD'ê hem destek û piştgiriya ji hev re, nahêlin ti tişt li pêşiya wan bibe asteng.