QSD: Me 9 personel xilas kirin, operasyon didome
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê9 personelên ku DAÎŞ'ê li Girtîgeha Sînaayê ya li Hesekê û piştrast ew gihandne herêmên ewle.
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê9 personelên ku DAÎŞ'ê li Girtîgeha Sînaayê ya li Hesekê û piştrast ew gihandne herêmên ewle.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) vê sibê daxuyanî da û tê de eşkere kir ku operasyon li girtîgeha Sînaa û rojhilatê gundewarê Dêrazor û Reqayê berdewam in.
Daxuyanî wiha ye:
"Duh êvarê, hêzên me 9 karmendên girtîgeha Sînaa ji destê DAIŞ`ê xilas kir û birin cihekî ewle.
Li taxa Zihûr operasyonên lêgerînê yên hêzên me li dijî terorîstên DAIŞ`ê berdewam in ku xwe di malên sivîlan de asê kirine. di encamê de 5 terorîstên xwekuj ên êrişker hatin kuştn.
Li taxa Xiwêran a rojhilat, hêzên me operasyoneke serdegirtinê li dar xist, di encamê de şer derket û 9 çete ku 2 jê çeteyên xwekuj bûn, hatin kuştin.
Li aliyê çemê Xabûr ê başûrê Hesekê, hêzên me operasyonên paqijkirinê li dijî çeteyên DAIŞ`ê ku plan dikirin alîkariya çeteyên ku di girtîgehê de ketine dorpêçê bikin, di encama wê operasyonê de 3 çete hatin kuştin.
Hêzên me bi baldarî operasyonên ewlekarî û leşkerî li girtîgeha Sînaa û derdora wê, gundewarê Dêrazorê yê rojhilat û li herêma Reqayê didomînin.''