QSD: Li Hesekê, Reqa û Dêra Zorê operasyonên me bi baldarî dewam dikin

QSD'ê ragihand ku wan li beşa herî mezin a girtîgeha Sînaayê rewş ewle kirine û destnîşan kir ku li Hesekê, Reqa û Dêra Zorê operasyonên li dijî DAÎŞ'ê bi baldarî dewam dikin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) derbarê rewşa dawî ya li girtîgeha Sînaa daxuyanek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Hêzên me bi oparasyonên ewlehî û leşkerî ên di çend rojên borî de bi ser ketin û rewşên ewlekariyê yên xeternak li beşa herî mezin a girtîgeha Sînaa li Hesekê û derdora wê ku rastî êrişa terorîstên DAIŞ’ê hatibû, kontrol kirin. Hêzên me gelek çeteyên ku êrişî girtîgehê kirine, girtin. Her wiha çeteyên ku beşdarî îsyana hemwextî êrişan bibûn, tûşî xweradestkirinê kirin.

Hejmara endamên terorîst ên ku hêzên me ew mecbûrî xweradestkirinê kirine bilind bû û nêzî Hezar çeteyî ye. Hemleya hêzên me û oparasyonên ewlekariyê ji bo kontrolkirina tevahiya girtîgehê, didomin.

Her wiha hêzên me li herêmên Dêrazorê, Reqa û Hesekê bi baldarî hemleyên berfireh ên paqijiyê didomînin."