QSD: li Eyn Îsayê 5 çete hatin kuştin

QSD’ê bersiv da êrişên çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker a li ser Eyn Îsayê û ragihand ku di şer de 5 çete hatine kuştin û gelek cebilxane hatine bidest xistin.

Têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Eyn Îsayê, Navenda Ragihandinê ya QSD'ê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de  hate gotin, şervanên QSD'ê bersiva êrişên vê sibehê yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundên Mişêrfê û Cehbel ên rojhilatê navçeyê Eyn Îsayê dan.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di bersivandinê êrişê de 5 çete hatin kuştin, termên du çeteyan ketin destê şervanan û gelek çek û cebilxane hatin desteserkirin.

Her wiha hate gotin ku wê Navenda Ragihandina QSD'ê dîmenê vê çalakiyê parve bike.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di êrişa dagirkeran a li ser gundên navborê û rêya M4 de, 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 7 jî birîndar bûn.

QSD'ê diyar kirin ku ev êriş hemwextî êrişên rêxistina DAIŞ'ê ya terorîst yên li ser girtîgeha Hesekê pêk hat û hate gotin: "Hêzên me xebatên xwe yên dabînkirina ewlehiya herêmê û rêgirtina li ber reva endamê DAIŞ'ê didomîne."