QSD: Komên ketibûn Zîbanê hatin derxistin û 20 çete hatin kuştin

QSD’ê ragihand ku komên çekdar ên ketibûn Zîbanê hatin derxistin, 20 çete hatin kuştin û 31 jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyand ku tevahî komên çekdar ên ji bajarê Meyadînê ya di bin kontrola hikumeta Şamê de şeva berê ketine bajarokê Zîbanê, derxistine.

Têkildarî mijarê ev daxuyanî hate dayîn:

“QSD′ê di saetên şeva berê de çeteyên rejîma Şamê yên ji bajarê Meyadînê yê li rojavayê çemê Firatê ketine bajarokê Zîbanê, derxistin. Di encama wê de di navbera hêzên me û çeteyên malên welatiyan û mizgeftên bajarok ji bo xweparastin û veşartinê bi kar dianî, şer çêbû.

Di pevçûnan de 20 çete hatin kuştin û 31 çete birîndar bûn û ew rakirin nexweşxaneyên Meyadîn û aliyekî Dêrazorê yê di bin kontrola rejîmê de.

4 ŞERVAN ŞEHÎD BÛN

Di bersivdana êrîşa terorîst de 4 şervanên me şehîd bûn.

Hêzên rejîmê piştgirî da çeteyan, bi top û moşekan û çekên giran ew parastin ku êrîşên krîmînalîzekirinê pêk bînin. Gelek moşek li malên welatiyan û sûka bajêr ketin, di encamê de welatiyek şehîd bû û gelek jî birîndar bûn. Her wiha saziyên xizmetguzariyê ji hêla çeteyan ve hatin dizîn û talankirin.

Hêzên me yekser tedbîrên ewlehî yên pêwîst ên ji bo ewlehî û îstîqrarê li herêmê girtin, veguhastina welatiyan ber bi herêmên ewle yên li gundên derdorê ve hêsan kirin, nehiştin çete di êrîşên xwe yên terorîst de bi ser malan de bigirin. Ew derxistin û ewlehî li bajarok vegerandin.

QSD bi hevkariya şêniyên herêmê teqez dike ku ew bi israr û bi awayekî xurt li hember êrîşên çeteyên rejîmê bisekine û hewldanên wan ên derbekirina ewlehî û îstîqrarê têk bibe."