QSD: Em ê rêveberiya Reqayê radestî Meclîsa Sivîl a Reqayê bikin

Fermandariya Giştî ya Reqayê diyar kir, ku ew ê rêveberiya Reqayê radestî Meclîsa Sivîl a Reqayê bikin û ji bo ji nû ve avakirina bajêr bang li sazî û hêzên navneteweyî, her wiha hemû gelên bajêr kir.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), li Stadyûma  Futbolê ya El-Beldî ya Reqayê li ser rizgarkirina Reqayê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Li Stadyûma ku bi alên QSD, YPG û YPJ'ê hate xemilandin, rûspiyên herêmê, nûnerên rêxistinên civakî û saziyên sivîl û leşkerî yên Bakurê Sûriyeyê amade bûn.

Civîna çapemeniyê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir û Berdevkê QSD'ê Telal Silo daxuyanî da çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Bi navê Fermandariya Giştî ya QSD'ê em îro bi serbilindî ji dilê bajarê Reqayê serketina hêzên xwe ya di cenga mezin a ji bo têkbirina terorîstên DAIŞ'ê radigihînin.

Em vê serketina dîrokî diyarî hemû mirovahiyê û bi taybet malbatên qurbaniyên terorê ên li Sûrî ji ber zilm û êrîşan gelek êş kişandine dikin.

Bi vê boneyê em bejna xwe li ber ruhê şehîdên xwe yên qehreman ên bi mêrxasî şer kirin û rola wan di rizgarkirina taxên bajar de sereke bû ditewînin û wan bi rêzdarî bibîr tînin.  

Di heman demê de em qehremanên xwe yên birîndar jî silav dikin û hêviya şifaya lezgîn ji wan re dikin û hêvîdar in ku zû vegerin meydanên şer. 

655 ŞERVAN ŞEHÎD BÛN

Şehîdên Pêngava Rizgarkirina Reqayê ew in ê ev serketina pîroz diyarî me kirine.

Li ser vê xakê xwîna 655 ciwanên Sûrî yên Kurd, Ereb, Tirkmen, Suryan û ên enternasyonalîst ên Tirk, Amerîkî û Brîtanî ketin nava hev. 

450 HEZAR SIVÎL HATIN RIZGARKIRIN

Bi keda wan 450 hezar welatiyên sivîl hatin rizgarkirin û li deverên ewle hatin bicihkirin.

Em malavahiya hemû hêzên di bin banê QSD'ê û hêzên piştigiriya wê kirin ji YJŞ yên qehreman, YBŞ, hêzên Asayîşê, hêzên ewlekariya hundirîn, HPC, hêzên Erka xweparastinê û tabûra şervanên enternasyonal dikin. 

SPASIYA HÊZÊN KOALÎSYONÊ HATE KIRIN

Her wiha spasiya hêzên Koalîsyona Navdewletî û komên şêwrî yên leşkerî ku cihê xwe di meşandina çalakiyên leşkerî yên li ser erdê de girtin jî dikin.

Em hemû xebatkarên çapemeniyê yên bi hemû hêza xwe ji bo rastiya heyî bi raya giştî re parve bikin û erka xwe û nameya xwe ya mirovahî pêk anîn jî silav dikin.

Em piştgiriya menewî û madî ku Meclîsa Sivîl a Reqayê, şêx û rûspiyên herêmî ji hêzên re pêşkêşkirin, bilind dinirxînin. 

EFSANEYA ŞERÊ LI DIJÎ TERORÎSTÊN DAIŞ'Ê JI KOBANÊ DEST PÊ KIR

Ev serketina me serketina li dijî terorîstên hov in. 

Rizgarkirina Reqayê dibe beşê dawî yên efsaneya şerê li dijî terorîstên DAIŞ'ê ya li Sûriyê. 

Ev efsaneya ji bajarê Kobanê yê berxwedanê destpê kir. 

Ji ruhê berxwedanê ku şervananan di qada berxwedana Kobanê ya 134 rojan de destnîşan kirin, dest pê kiriye. 

Di wê berxwedanê de şervanan karîbûn rêxistina terorîsta ya herî hov di cîhanê de têk bibe. 

Têkçûna terorîstan a duyemîn jî di şerê rizgarkirina Reqayê de, ku ew jî 134 rojan dewam kir bû.  Bi vê yekê hebûna terorîstên ku mirovahî xistiye xeterê.

'EM Ê RÊVEBERIYA BAJARÊ REQAYÊ RADESTÎ MECLÎSA SIVÎL A REQAYÊ BIKIN'

Em weke Fermandariya Giştî ya QSD'ê radighînin ku em ê rêveberiya bajarê Reqa û gundên wê radestî Meclîsa Sivîl a Reqayê bikin. 

Em ê karê ewlekariya sivîlên bajar û gundên wê jî radestî hêzên Ewlekariya Hundir a Reqayê dikin. 

Em soz didin ku em ê sînorê parêzgehê ji hemû gef û tehdîdên derve biparêzin.  

Em tekez dikin ku şêniyên parêzgeha Reqayê wê di çarçoveya Sûriyeya Demokratîk a ne navendî de paşeroja xwe diyar dikin. 

Bi vê yekê wê şêniyên parêzgehê bi xwe rêveberiya xwe bikin.

JI BO JI NÛ VE AVAKIRINA BAJÊR BANG LI SAZÎ Û HÊZÊN NAVNETEWEYÎ KIR

Em bang li hemû dewlet û hêzên ji azadî û aştiyê hez dikin, hemû rêxistinên mirovî û navdewletî dikin ku cihê xwe di xebatên jinûve avakirina bajar û gundên wê de cih bigirin û di rakirina bermahiyên şer û wêraniya ku ji ber çeteyan pêk hat de cih bigirin.

Bi vê ê me rizgarkirina tevahiya bajarê Reqayê radighînin.  

Em niha li beramberî erkeke din in, ew jî avakirin û pêkanîna aramiya li bajarê rizgar kiriye. 

Ev bi hevgirtinê wê pêk were.

Li ser vî esasê em bang li hemû şêniyên Reqayê bi hemû pêkhateyên wê yên ereb, kurd, Turkmen û suryanî ku bi yek destî ji bo jinûve avakirina bajar û gundê wê kar bikin û rêveberiyeke yekbûyî ku nûnertiya îradeya hemûyan bike pêk bînin. 

Da ku bibe bingeh ji bo geşkirin û pêşxistina bajarê dewlemend.

Şehîd na mirin û şifa acil ji birîndaran. Mirin û têkçûn ji teroristan re û şermî ji hemû aliyên piştgiriya wan dikin re."