QSD'ê şehîdên YAT'ê bi bîr anî

Fermandariya Giştî ya QSD'ê 9 şervanên Antî Terorê bi bîr anî ku di qezaya helîkopterê de ya li Başûrê Kurdistanê şehîd bûn.

BÎRANÎNA ŞEHÎDÊN YAT'Ê

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji bo bîranîna şehîdên Yekîneyên Antîterorê (YAT) daxuyaniyek da. 

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Îro salvegera yekemîn a şehîdbûna fermandar û şervanên YAT`yê ye ku di encama ketina 2 helîkopteran de dema diçûn Silêmaniyê li Başûrê Kurdistanê şehîd bûne.

Şehîd Şervan Cûdî, Diyar Dêrik, Feraşîn Baran, Harûn Rojava, Dogan Efrîn, Hogir Dêrik, Koçer Dêrik, Rojeng Rifet û Xebat Dirbêsiyê sembolên cesaret û lehengiyê ne. Her wiha di hemû pêvajoyên têkoşîna Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de cihê xwe girtin û di gelek şerên li dijî teror û dagirkeriyê de serkeftin misoger kirin.

Hemû hevrêyên me yên şehîd bi pêşengiya şehîd Şervan Cûdî bi aweyekî aktîv û bi pisporiyeke mezin di pêngavên li dijî çeteyên DAIŞ`ê de tev li nava Yekîneyên Antîyerorê bûn. Di heman wextî de jî rolên pir mezin di çalakiyên ku li dijî serçeteyên DAIŞ`ê de li dar dixistin, lîstin. Li kêleka wê jî bi Hevpeymaniya Navdewletî re karên hevbeş dimeşandin.

Wan her 9 şehîdan têkoşîna xwe ya şoreşgerî û islûba xwe ya jiyanê di şoreşa Bakur û Rojhialtê Sûriyeyê de, kirin pirek ji bo ku gel bigihêje azadiyê û ewlehiyê.

Em wan bi rêzdarî bi bîr tînin û careke din soz didin ku rêya şehîdan berdewam bikin ku bi xwîna xwe û fedakariyên xwe xêz kirine. Ji bo ku em armancên şoreşê û azadiyê bi dest bixin û welatekî ewle bê teror û dagirkerî ava bikin.”