QSD'ê sala 2021'ê 115 operasyon li dijî DAÎŞ'ê kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD'ê ragihand ku sala 2021'ê herî kêm 115 operasyon li dijî DAÎŞ'ê kirine û hişyarî da ku dewleta Tirk hewl dide DAÎŞ'ê ji nû ve bixe nava liv û tevgerê.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD'ê ragihand ku sala 2021'ê herî kêm 115 operasyon li dijî DAÎŞ'ê kirine û hişyarî da ku dewleta Tirk hewl dide DAÎŞ'ê ji nû ve bixe nava liv û tevgerê.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk li ser malpera xwe daxuyanî belav kir û ev agahî dan:
"Ked û fedakariyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) sala 2021'ê li dijî şaneyên DAÎŞ'ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi gelek serkeftinan tacîdar bûn. Gelek êrişên terorîstî yên muhtemel pûç kirin û tayên gelek planên terorane beriya ku ji aliyê endamên DAÎŞ’ê ve pêk werin, hatin têkbirin. Çendîn operasyonên terorîstî di kêliyên dawîn de hatin deşîfrekirin, gelek şaneyên wan hatin tesbîtkirin û binçavkirin. Her wiha hişyariya hêzên me rê li ber pir texrîbat û teqînan girt ku gelek madeyên teqemeniyê hatin betalkirin û desteserkirin. Girêdayî wê jî hêzên me li dijî şaneyên DAÎŞ’ê, bi taybet li ser sînorên Sûriyeyê-Iraqê û herêmên çolistanî, qederek operasyon pêk anîn.
Operasyonên hêzên me yên li dijî rêxistina teror a DAÎŞ’ê sala 2021’an ji her demê zêdetir xwedî girîngî ne. Di dema ku meclisên me yên leşkerî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi berxwedana li hember êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve mijûl bibûn, serkirdeyên DAÎŞ’ê û endamên wê hewl dan sûdê ji mercên ewlekariyê yên nû bigirin û ji nû ve xwe bi rêxistin bikin, ne tesaduf bû ku êrişên DAÎŞ’ê hemwextî êrişên dagirkeriya Tirk dihatin û dubare ev pêk dihatin.
Hêzên me û dezgehên ewlekariyê bi awayekî çalak dosyaya girtiyên DAÎŞ’ê bi rê ve bir û rê li ber gelek hewldanên revê girt. Her wiha gelek operasyonên terorîstî li metirsîdartirîn jêdera DAÎŞ’ê li Kampa Holê kontrol kirin û li kêleka Hêzên Ewlekariya Hundirîn, di meha Adarê de, hemleyek hevbeş li dijî şaneyên DAÎŞ’ê pêk anîn ku bi dehan endamên wê girtin û gelek çalakiyên muhtemel ên DAÎŞ’ê hatin astengkirin.
Di heman demê de hêzên me gelek dorberên piştgiriya çalakiyên terorîstî yên DAÎŞ’ê dikin, zuha kirin û rê li ber şantajên li ser jiyana xelkê girtin. Bi alîkariya rûspî, birêvebirên civakê û dezgehên dadweriyê yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rê nedan bi dehan ciwanên ku gengaz bû bikişînin nava refên rêxistina teror û dilê şêniyên herêmên germ aram kirin.
Her wiha hêzên me gelek hemleyên berfireh ên paqijiyê li dijî şaneyên terorîst li ser sînorên Iraq-Sûriyeyê pêk anîn ku hemleya “Wadî Al-Ecîc” a meha Gulanê bi rûxandina gelek şikeftên ku serkirdeyên rêxistina teror bi kar dianîn û çek û cebilxane lê vedişartin, bi serkeftinek mezin tacîdar bû.
Di 4’ê Sibata 2021'ê de hêzên me dest bi operasyonek berfireh kir li bejahiya bajarok û gundewarên Dişîşa, di encamê de kujerên her du rêveberên gel ên bajarokê Dişîşa Saeda Hermas û Hind El Xidêr girtin û radestî dadgehên pêwendîdar kirin. Ev operasyon yek ji girîngtirîn operasyonên hêzên me bû ku tê de çeteyên DAÎŞ’ê hatin şopandin û girtin.
Li jêr bîlançoya operasyonên ku hêzên me bi awayekî tekane û hevbeş bi Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAÎŞ’ê re li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sala 2021'ê pêk anîne:
Hejmara operasyonên tekane û hevbeş ên li dijî DAÎŞ’ê; 115.
Hejmara şaneyên hatine jihevkirin; 93.
Hejmara girtiyên giştî yên endamên şaneyên DAÎŞ’ê, yên biguman û kesên destek dane şaneyên rêxistina terorê; 802.
Hejmara kuştiyên rêxistina terorê; 8.
Hejmara êrişên di kêliyên dawî de hatine astengkirin; 47.
Hejmara planên terorîstî yên mezin û metirsîdar ên hatine deşîfrekirin û têkbirin ku plana êrişa li ser zîndana Hesekê jî di nav de ye; 16.
Bêbandorkirina amûrên û heyberên teqemeniyê; 87.
Hêzên me ji bo xilaskirina herêm û cîhanê ji xetere û terora DAÎŞ’ê û têkbirina qaşo dewleta wê bi hezaran şehîd û birîndar dane, tekezî li têkoşîna li dijî rêxistina teror dikin û radigihînin ku ew ê pabendê karê hevbeş a bi Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAÎŞ’ê re bin. Her wiha tekeziyê li girîngiya zêdekirina piştgirî û piştevaniya ji hêzên me re, taybet dosyaya avakirina dadgeheke navdewletî ji bo darizandina sûcdarên DAÎŞ’ê yên li girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku dadmendî û edalet pêk werin.
Em paşguhkirina civaka navdewletî hişyar dikin ku alîkariya civaka di dema serweriya DAÎŞ’ê de zirar dîtiye bikin û bi taybet dosyaya jinûveavakirinê. Di demekê de rapor piştrast dikin ku Tirkiye gelek serkirde û endamên DAÎŞ’ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên di bin dagirkeriya wê û çeteyên wê de ne amade dike, em xetereyên êrişên ku Tirkiyê bi ser herêmên me ve pêk tîne bîr tînin ku bandoreke rasterast li têkoşîna me ya li dijî şaneyên DAÎŞ’ê dike. Di dema ku hêzên me operasyonên serkeftî li dijî DAÎŞ’ê li dar dixistin, artêşa Tirk a dagirker jî êrişî heremên me dikir, ev bi awayekî zelal nîşan dide ku dewleta Tirk çi qasî ji tekoşîna têkbirina DAÎŞ’ê aciz e û dixwaze bi êriş û gefan astengiyan li pêşiya hêzên me çêke."