QSD'ê ragihand ku fermandar Ronî Welat şehîd bûye

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku şervanê wan Ronî Welat li rojhilatê Dêrazorê di 'êrîşeke terorê ya tirsonek' de şehîd bûye.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê nasnameya yek ji fermandarên xwe Ronî Welat aşkera kir.

Berfirehiya daxuyaniya QSD′ê wiha ye:

"Bi serbilindî û bawerî bi serkeftina doza xwe, Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) şehîdbûna endamê Meclîsa Leşkerî û endamê Fermandariya Meclisa Leşkerî ya Dêrezorê Fermandar Ronî Welat/Şêrwan Hesen ragihand. Ronî Welat di encama êrişeke terorîst a tirsonek li rojhilatê Dêrazorê de dema li ser erka xwe ya neteweyî û exlaqî bû, hate şehîdxistin.

Bi vê munasebetê, Fermandariya Giştî ya QSD′ê sersaxî ji tevahî şervan, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û malbata şehîd re xwest.

Şehîd Ronî aşiqê axa welat bû û jiyana xwe kir oxira wê. Di dirêjahiya salên têkoşîna xwe de gelek fedakarî bê terdud û dudilî pêşkêş kirin, nexasim li dijî rêxistina DAIŞ′ê ya terorîst û dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê. Yek ji têkoşerên di salên şerê dirêj ê li dijî rêxistina terorîst li Girê Spî, Minbic, Reqa, Tebqayê de di eniyên pêş de bû. Her wiha li Dêrazorê jî şehîd Ronî fermandariya şerê rizgarkirina Hecînê ji rêxistina DAIŞ′ê de kir û heta şehadetê têkoşîna xwe dewam kir.

Hevrêyê me Ronî yek ji fermandarên destpêkê yên beşdarî avakirina Hêzên Erka Xweparastinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû û li ser perwerdekirina şervan û rêxistina wê çavdêrî kir.

Dîroka şehîd Ronî tijî fedakarî ye. Li qadên berxwedanê bi lehengî, zanabûn û însiyatîfa xwe dihat nasîn, her wiha bi bilindkirina rêgezên biratiya gelan û têkbirina fitneyê ku hin aliyan hewl dida li Dêrazorê derxin dihat nasîn. Bi taybetmendiyên xwe yên dilnizmî cihê xwe di dilên tevan de girt. Ji ciwan û temenmezinên herêmê nêz bû. Çareserkirina tevahî pirsgirêkan hilgirt ser milê xwe.

Di operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ ya dawî ku hêzên me dabû destpêkirin de hevrêyê me Ronî gelek xebatên lihevannê bi rê ve birin û hevgirtina şêx û rûspiyên eşîran geş kir. Yek ji fermandarên destpêkê yên li dijî fitneyê sekinî. Li dijî şerê navxweyî ku çeteyên dijber hewl didan gelên herêmê bikişînin nava şer sekinî û têk bir.

Rola girîng a ku şehîd Ronî li Dêrazorê piştî DAIŞ′ê pêk aniye; jinûve avakirin, damezrandina saziyên leşkerî û rêveberî û têkiliyên wî yên baş bi xelkê herêmê re hişt ku ji aliyên dijber re bibe armanceke diyar.

Hevrêyên şehîd Ronî, di serî de fermandarên Dêrazorê yên ku xisletên wî yên paqij ji nêz ve nas kirine, sûd ji pisporî û tecrûbeyên wî yên leşkerî û civakî wergirtin û pê bandor bûne dê şopa wî li Dêrazorê û tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam bikin.

Li ser vê bingehê, em di demekê de sersaxiyê ji malbata şehîd Ronî, hevrê û gelê xwe dixwazin, em diyar dikin ku ji bo armancên şehîdan wefadar bin û soz didin ku bi ser terorîstên ku sûc kirine de bigirin û wan li ser sûcên wan ceza bikin.

Agahiyên li ser nasnameya şehdî:

Navê tevgerî: Ronî Welat
Nav û paşnav: Şêrwan Hesen
Navê bav: Hisên
Navê dayikê: Hediye
Cih û dîroka jidayikbûnê: Qamişlo/1979
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-5′ê Kanûna 2023′yan."