QSD′ê ragihand ku çeteyekî DAÎŞ’ê girtine
QSD′ê ragihand ku Tîmên Operasyonên Leşkerî yên girêdayî hêzên wan li Reqayê çeteyekî DAÎŞ’ê girtine.
QSD′ê ragihand ku Tîmên Operasyonên Leşkerî yên girêdayî hêzên wan li Reqayê çeteyekî DAÎŞ’ê girtine.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihandin ku çeteyekî DAÎŞ′ê li Reqayê girtine.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:
“Tîmên Operasyonên Leşkerî yên girêdayî hêzên me Hêzên Sûriyeya Demokratîk di çarçoveya girtina bermahiyên şaneyên rêxistina DAÎŞ a terorîst de, duh (Duşemê) li bajarê Reqayê operasyoneke ewlehiyê ji bo girtina çeteyekî rêxistina terorîst li dar xist.
Operasyon piştî şopandinê bi baldarî pêk hat. Hêzên me endamê terorîst di malekê de li Taxa Ekrad li bajarê Reqayê terorîstê bi navê Ebdulrezaq Mehmûd Zebkê (Ebû Xetab) girt. Terorîstê hatî girtin ji bajarê Babê yê di bin serweriya dewleta Tirk a dagirker de ye.
Endamê terorîst ê hatî girtî berpirsê belavkirina çekan li şaneyên rêxistina DAÎŞ a terorîst ên li bajar û gundewarê wê ye.
Hêzên me dê xebatên serdegirtina şaneyên rêxistina terorîst bidomîne heta herêmê ji wan paqij bike û aştiya navxweyî ya li herêmê biparêze."