QSD'ê plana li Hesekê têk bir: Cih li çeteyan teng bûye

Şervanên QSD'ê bi berxwedaneke mezin bersiv dan êrişên hevdem ên DAÎŞ'ê û dewleta Tirk. Li Hesekê di operasyonê de cih li DAÎŞ'ê teng bûye.

Piştî êrişa çeteyên DAÎŞ'ê ya 20'ê Çileyê ya li ser Girtîgeha Sînaayê ku 5 hezar çeteyên DAÎŞ'ê lê girtî ne, operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) a li herêmê dewam dike.

Ev êrişa ku bi zêdeyî 200 DAÎŞ'iyên ji Serêkaniyê û Girê Spî yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin û ji bajarê Ramadî yê Iraqê hate kirin, ji aliyê QSD'ê ve bi giranî hatiye pûçkirin.

Êrişa ku DAÎŞ'ê li Hesekê, dewleta Tirk jî ji bakur pêk anî, bi berxwedana şervanên QSD'ê yên li Hesekê, Eyn Îsa û Til Temirê bi giranî hate têkbirin.

QSD'ê û Hêzên Asayîşê hîn di kêliya destpêkê de dor li girtîgehê girtin û bi vî rengî nehiştin ku çeteyên DAÎŞ'ê yên girtî birevin ku piraniya wan biyanî ne û ji hêza çekdar a DAÎŞ'ê ne.

Dorpêça duyemîn jî li dora taxên Xiwêranê û Heyî Zihûr hate kirin. Li dijî komên çete yên ji derve ve êriş kirin, operasyon hatin lidarxistin.

QSD'ê bi taybetî li taxên Xiwêran û Heyî Zihûrî, bi operasyonên li dijî şaneyên razayî yên DAÎŞ'ê hem nehişt êrişkar li nava bajêr belav bibin, hem jî pêşî li komkujiyan girt.

Şervanên QSD'ê ku piştî êrişa li ser girtîgeha li Hesekê ketin nava liv û tevgerê, di operasyonên 6 rojên dawî de 550 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin, gelek çete jî hatin kuştin.

Xisûseke din a ku QSD bi hesasiyeteke mezin nêzîk bû, ewlehiya endamên DAÎŞ'ê yên girtî yên kêmî 18 salî bû. Destûr nehate dayin ku êriş derbasî beşa girtîgehê ya kesên navborî lê ne.

Ev çeteyên ku ji aliyê DAÎŞ'ê ve weke Eşbali Xîlafe (Paşeroja Xîlafetê) dihatin pênasekirin, weke "leşker" hatibûn perwerdekirin. Rêveberiya Girtîgeha Sînaayê ji bo van zarokan cihekî cuda yê rehabîlîtasyonê vekiribû.

Li aliyê din, personelên girtîgehê yên ji aliyê çeteyan ve dîl hatin girtin bi operasyonên taybet hatin rizgarkirin. 24'ê Çileyê 9 personel, 25'ê Çileyê jî 23 personel bi operasyonên taybet hatin rizgarkirin.

Şervanên QSD'ê ku li nava girtîgehê operasyonan dewam dike, beşeke mezin a girtîgehê kontrol kirine.

Destpêkê çeteyên êrişî avahiya Fakulteya Îktîsatî kirin ji herêmê hatin paqijkirin. Doh jî 8 avahiyên nû yên girtîgehê û avahiya rêveberiyê ketin bin kontrola şervanên QSD'ê.

Li avahiyên ku hatin kontrolkirin lêgerîn û paqijkirin dewam dike. Ji bo 3 avahiyên ku çete lê ne bêne kontrolkirin û teslîmgirtina çeteyan, kar dewam dike.

QSD di operasyonê de tim û tim banga teslîmbûnê li çeteyan dikin û hewl dide pêşî li kuştina mirovan bigire. Li aliyê din tedawiya çeteyên ku teslîm hatine girtin jî dewam dike.

Li gel hovîtiya ku çeteyên DAÎŞ'ê kirin jî QSD bi rengekî însanî û exlaqî tevdigere û li gorî Peymana Hiqûqa Şer a Cenevreyê operasyonê dimeşîne.