​​​​​​​QSD'ê nasnameya 5 şehîdan eşkere kir

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) nasnameya 5 şervanên xwe ku di operasyonên lêgerînê li dijî şaneyên çeteyên DAÎŞ'ê de li girtîgeha Sînaa ya Hesekê û gundewarên Dêra Zorê şehîd bûn, eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek da raya giştî û tê de nasnameya 5 şervanên xwe ku şehîd bûne, eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di operasyonên lêgerînê de 4 hevalên wan li Hesekê, hevalekî wan jî li Dêra Zorê şehîd bûn.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em hevalên xwe (Harûn, Sîpan Dirbêsiyê, Sîpan Meyadîn, Xeyrî û Fayiz) ên ku li dijî rêxistina DAIŞ'ê bi lehengî şer kirin, bi bîr tînin.

Biserxistina hêviyên gelan û pêkanîna jiyaneke hevbeş tenê bi dayina berdêlên giran dikare pêk were.

Şehîdên Pêngava Gurzê Gelan û bi xwîna xort û keçên me, tovên azadiyê yên ku zêdetirî deh sal berê li vê axê hatibû çandin û niha şîn bûne, av dan."

Di daxuyaniyê de dilsoziya bi armancên şehîdan hate nîşandan û sersaxî ji malbatan û gel re hate xwestin.

Li gorî daxuyaniya QSD'ê agahiyên li ser nasnameya 5 şehîdan wiha ne:

Navê Tevgerî: Harûn
Nav û Paşnav: Mihemed El-Elî
Navê Dayikê: Ezîze
Navê Bav: Mihemed Salih
Cihê jidayikbûnê: Hesekê
Cihê û Dîroka Şehadetê: Hesekê 30, Çileyê, 2022

Navê Tevgerî: Sîpan Dirbêsiyê
Nav û Paşnav: Malik Hisên
Navê Dayikê: Fatme
Navê Bav: Ebdo
Cihê Jidayikbûnê: Dirbêsiyê
Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê 30, Çileyê, 2022

Navê Tevgerî: Xeyrî Qamişlo
Nav û Paşnav: Edhem Îbrahîm
Navê Dayikê: Sultan
Navê Bav: Şukrî
Cihê Jidayikbûnê: Amûdê
Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê 30, Çileyê, 2022

Navê Tevgerî: Sîpan Meyadîn
Nav û Paşnav: Ebûd El-Selîm
Navê Dayikê: Sena
Navê Bav: Îd
Cihê Jidayikbûnê: Dêrazor
Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê 30, Çileyê, 2022

Navê Tevgerî: Fayêz
Nav û Paşnav: Fewaz El-Xelef
Navê Dayikê: Yazya
Navê Bav: Ehmed
Cihê Jidayikbûnê: Dêrazor
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor 30, Çileyê, 2022