QSD’ê nasnameya 4 şehîdên ‘Bagera Cizîrê’ eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 4 şehîdên ‘Pêngava Bagera Cizîrê’ eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 4 şervanên xwe eşkere kir yên ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn.

Daxuyaniya QSD’ê wiha ye;

“Pêngava Bagera Cizîrê bi hemû hêza xwe didome û pêş ve diçe. Piştî rizgarkirina bajarokê Daşîşa yê ku dibû cihê sereke ji çeteyên DAIŞ`ê re di şerê di navbera şervanên QSD`ê û çeteyên DAIŞ`ê de, 4 şervanên QSD`ê  şehîd bûn.

Bi giyanê şehîdên azadiyê em  soz didin ku rêya şehîdan bişopînin û xaka Sûriyê ji çeteyan rizgar bikin. Em ji malbatên şehîd û gelê Bakurê Sûriyeyê re sersaxiyê dixwazin”.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye;

Nav: Elî Himêdî

Navê Dayik: Metra

Navê Bav: Xebas

Cih û Dema Şehadetê: Dêra Zor / 16’ê Hezîran 2018’an

***

Nav: Ebdulah Çeçan

Navê Dayik: Duha

Navê Bav: Ehmed

Cih û Dema Şehadetê: Deşîşa / 12’ê Hezîrana 2018’an

***

Nav: Emîn Hisên

Navê Dayik: Wedha

Navê Bav: Hisên

Cih û Dema Şehadetê: Dêra Zor / 16’ê Hezîrana 2018’an

***

Nav: Ekrem Elî

Navê Dayik: Kalfa

Navê Bav: Îdan

Cih û Dema Şehadetê: Dêra Zor / 15’ê Hezîrana 2018’an