QSD’ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir

QSD’ê nasnameya du şervanên di êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê de li Dêrazorê şehîd bûn, eşkere kir û diyar kir ku wê xwîna şehîdan li erdê nemîne.

NASNAMEYA ŞERVANÊN KU LI DÊRAZORÊ ŞEHÎD BÛN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke nivîskî şehadeta 2 şervanan ragihand.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Şaneyên DAÎŞ’a terorîst roja pêncşemê êrîşeke newêrek li bajarokê Ebû Hemam ê bajarê Hecîn ê Dêrazorê pêk anî. Di êrîşê de şervanên me Seyf (Beşar Ebid El Elî) û Xetab (Hemed Mihemed El Şehaze) dema ku li ser erka xwe bûn, şehîd bûn.

Bila serê malbatên her du şehîdan û tevahî malbatên şehîdên me sax be. Xwîna şehîdan Israra me ya rakirina tolê ji kujeran û domandina têkoşîna li dijî rêxistina terorîst ta qedandina wan, zêdetir dike."

Nasnameya her du şehîdan bi vî rengî ye:

Nasnav: Seyf

Nav û Paşnav: Beşar El Elî

Navê Dayikê: Rihêla

Navê Bav: Ebid

Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Dêrazor - Ebû Heman, 2000

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor - Behra, 13 Hezîran 2024

 

Nasnav: Xetab

Nav û Paşnav: Hemed El Şehaze

Navê Dayikê: Xewla

Navê Bav: Mihemed

Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Hecîn, 2001