QSD’ê nasnameya 10 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê nasnameya 10 şervanan eşkere kir yên ku di ‘Berxwedana Serdemê’ ya li Efrînê de şehîd bûbûn.

Navenda Ragihandinê ya  Hêzên Sûriyeyê Demokratîk  (QSD) bi daxuyanyeke nivîskî nasnameyên 10 şervanan eşkere kir yên ku di ‘Berxwedana Serdemê’ ya li Efrînê li dijî dagirkeriya Tirk de şehîd bûbûn. QSD’ê sersaxî ji malbatên şehîdan û gelê Kurd re xwest.

Daxuyaniya QSD’ê wiha ye;

"Berxwedana şervanên me li hember êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêma Efrînê  didome.

Di encama bersivdayîna êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêma Efrînê 10 şervanên me  şehîd bûn.

Şervanên me di rewşên herî zehmet de li ber xwe didin. Şervanên me bi berxwedaniya xwe careke din teqez kirin ku em ê heta dawiyê li hember êrîşên dagirkeran li ber xwe bidin û berxwedaniya me hîn jî didome.  Baweriya me heye ku xwîna şehîdên me wê bibe çirûska azadiyê û rêya me ronî bike ta ku dagirker ji xaka me derbikevin.

Bi navê QSD`ê û bi ruhê Şehîd Kurdistan û Hemze em hemû her deh şervanên xwe yên ku canê xwe feda kirine û hemû şehîdên Berxwedana Serdemê bi bîr tînin û em soz didin ku em ê têkoşîna wan bi serketînê tacîdar bikin.”

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye;

Nasnav: Bihar Rojava

Nav û Paşnav: Xunav Mamo

Navê Dayikê: Zelûx

Navê Bav: Mihemed

Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Şêrawa – gundê Burc Heyder 22’ê  Adara 2018’an

***

Nasnav: Dilşêr Efrîn

Nav û Paşnav: Bekir Mustefa

Navê Dayikê: Feyrûz

Navê Bav: Cibraîl

Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Şêrawa – gundê Burc Heyder 22’ê Adara 2018’an

***

Nasnav: Dogan Efrîn

Nav û Paşnav: Ocalan Îbrahîm

Navê Dayikê: Remziya

Navê Bav: Ednan

Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Şêrawa – gundê Burc Heyder 22’ê Adara 2018’an

 ***

Nasnav: El-Fîda

Nav û Paşnav: Cemal El-Qida

Navê Dayikê: Zekiya

Navê Bav: Ehmed

Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Şêrawa – gundê Basilê – 14’ê Adara 2018’an

***

Nasnav: Elî Doçka

Nav û Paşnav: Elî Ebdo

Navê Dayikê: Zeyneb

Navê Bav: Mustefa

Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Şêrawa – gundê Basilê – 14’ê Adara 2018’an

 ***

Nasnav: Elîşêr

Nav û Paşnav: Telcî Telcî

Navê Dayikê: Emîna

Navê Bav: Elî

Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Şêrawa – gundê Basilê- 14’ê Adara 2018’an

 ***

Nasnav: Ezîz

Nav û Paşnav: Abdulselam

Navê Dayikê: Meryem

Navê Bav: Hisên

Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Şêrawa – gundê Basilê- 14’ê Adara 2018’an

***

Nasnav: Hemza

Nav û Paşnav: Mihemed Şêx Hesen

Navê Dayikê: Elmas

Navê Bav: Silêman

Cih û Dema Şehadetê: Efrîn 14’ê Adara 2018’an

***

Nasnav: Hesen Bêrîtan

Nav û Paşnav: Hesen Nebîko

Navê Dayikê: Cîhan

Navê Bav: Ehmed

Cih û Dema Şehadetê: Bilbilê – gundê Baxça – 10’ê Adara 2018’an

***

Nasnav: Kurdistan Rengîn

Nav û Paşnav: Dunya Ebdo

Navê Dayikê: Laman

Navê Bav: Mihemed

Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Cindirêsê – Tepê Berdîxan – 9’ê Adara 2018’a