QSD'ê li Zirganê bersiv da: 4 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin
QSD'ê ragihand ku di operasyonekê de ya li gundewarên navçeya Zirganê 4 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin.
QSD'ê ragihand ku di operasyonekê de ya li gundewarên navçeya Zirganê 4 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku 4 çete hatine kuştin.
Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:
"Di çarçoveya operasyonên bersivdana rewa û xweparastinê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de hêzên me QSD′ê duh, saet 14:30′an erebeyeke leşkerî ya çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Til Mihemed ê girêdayî navçeya Zirganê ya bakurê Hesekê hedef girt, di encamê de 4 çete hatin kuştin û erebeya wan hate rûxandin.
Hêzên me, beriya operasyonê tevgerên çeteyan şopandin ku wan amadekariya êrişên li dijî herêm û nuqteyên hêzên me dikirin.
Em ê bersivê bidin tevahî êrişên hêzên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û li gorî qanûn û pergalên navneteweyî yên xweparastin û parastina herêmên xwe li dijî tevahî êrişan tevbigerin."